Girtî Îsmaîl Tuzun ê 20 salin girtiye, ji girtigeha Edene Kurkçuler wî surgunê girtîgeha Kirşehîr a ewlehiya wê bilind kirin.

Di dema surgunê de Îsmaîl Tuzun rastî gelek êşkence û zilmê hat

Derbarê zilma dewlet Tirk de Îsmaîl Tuzun agahî da malbata xwe û got:

Roja înê (8’ê Adara 2024) ji nişka ve hatin qowişê û ji min re gotin tu diçe sirgunê. Nehiştin ez tiştekê xwe kom bikim, lêgerîna tazî li min ferz kirin. Min qebûl nekir. Min avêjtin erdê, sergardiyan û Midûrê Girtîgehê li min dan, îşkence li min kirin. Piştî êşkencî min avêtin hucreye yek kesî. Ji ber derba lêdanê, laşê min diêşe, min derman jî nakin. Nehiştin ez agahî bidim ku hatime surgun kirin.

Hate zanîn Îsmaîl Tuzun girtiyê nexweş e û di lîsta ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de ye, divê demildest were berdan.