Rêxistina civakî ya sivîl ku bi giranî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve tê fînasekirin, raporek koma lêkolînê eşkere kir û bal kişand ser zextên dewletan ên li derveyî sînor ku zêde bûne.
Freedom House ragihand ku ji sala 2014’an û vir ve 854 ‘zexta li derveyî sînor’ a 38 dewletan tespît kirine û diyar kir ku di sala 2022’an de 20 dewlet ketin nava hewldanên bi vî rengî. Li gorî saziyên, Bangladeş û Cîbûtî yekemcar ketine nava hewldanên bi vî rengî.
Freedom House diyar kir ku ji bûyerên ji sala 2014’an û vir ve hatine tespîtkirin ji sedî 30 jê ji aliyê rejîma Çînê ve hatine kirin.
Serokê Freedom House Mîchael Abramowîtz got, “Tevî ku pirsgirêk ketiye rojevê jî hikumeta otorîter hewl dide li ser dîaspora xwe û mirovên li sirgûnê hîn bêhtir xwedî kontrolê be.”
Di raporê de hikumetên Çîn, Tirkiye, Tacîkistan, Rûsya û Misir weke kiryarên sereke yên zextên li derveyî neteweya xwe têne pênasekirin.
Li gorî raporê, hikumeta Tirk 132 caran ‘zexta li derveyî sînor’ pêk anî û hate destnîşankirin ku Tirkiye di mijara zexta li derveyî sînor de piştî Çînê di rêza duyemîn de ye.
Di raporê de ji dewletên din ên cîhanê hate xwestin ku pêkanînan û astengkirina alîkariya ewlekariyê li van hikumetan ferz bikin ku dawî li zexta li derveyî welat bînin.