Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi awayek hemdem herêmên Zap û Metîna bi dijwarî bombebaran kirin.

Her wiha li gor agahiyên ji gundiyên gundê Amêdiyê bi dest ketine, hemwextî bombebarankirina Zap û Metîna, gundên navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê jî hatine kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Metîna û derdora gundên Reşave, Guherz û Belave yên girêdayî Amêdiyê yên girêdayî parêzgeha Duhokê 20 caran bombebaran kirin.

Her wiha li gorî agahiyên ku şahidê bombebaranê dane Rojnewsê, artêşa Tirk a dagirker 25 mûşek li gundê Kiwan û gundên derdora wê dane.

Hate ragihandin ku di bombebaran û topbaranên artêşa Tirk a dagirker de ziyaneke mezin a madî û jîngehî gihiştiye deverê, lê heta niha têkildarî ziyanên canî tu agahî nehatin parvekirin.