Dewleta Tirk li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bajarê Goteborg ê Swêdê û bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji ber êrişên xwe yên faşîst hate şermezarkirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi banga CDKB û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê çalakiyek hate lidarxistin û operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk ên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku belavok hatin belavkirin êrişên rejîma Erdogan ên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin.
GOTEBORG
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê, Navevenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komuna Jinan a Şehîd Sema ji bo zext û êrişên dewleta Tirk ên li ser girtiyan û HDP’iyan li Parka Brûnnê çalakiyek li dar xistin.
Çalakgeran ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk bang kirin û bi qîrîna dirûşmên xwe êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan şermezar kirin.
LOZAN
Li bajarê Lozanê yê Swêdê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî bi organîzeya Navenda Civaka Kurd a Lozanê li pêşiya dêra St. Laûrentê pêk hat.
Qisekeran bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kirin ku ev têkoşîn têkoşîna li dijî faşîzmê ye, têkoşîna mirovahiyê ye.
Çalakî bi xwendina belavokên bi zimanê Fransî bi dawî bû.






