Li paytexta Belçîka Bruksel û bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîngek hate kirin. Di mîtînêdê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê hate protestokirin.

Mîtînga ku ji aliyê NAV-BEŞ û YJK-B a li Brukselê hate organîzekirin, li pêşiya gara trenê ya Centralê pêk hat.

Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa ‘Tecrîd sûceke li dijî mirovahiyê ye. Dawî li êşkenceya li Îmralî bînin’ hate vekirin.

Ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê belavok hate xwendin, tecrîda li ser Ocalan, êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê û Girê Spî hate şermezarkirin.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne a Awûstralyayê bi heman armancê mîtîngek hate kirin. Mîtîng ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Vîctorîa ve hate kirin. Di mîtîngê de banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin. Di çalakiyê de pirofesorê dîrokê John Tully, Koordînatorê ji bo Kurdistan û Awûstralyayê Fîonn Skîotîs û li ser navê NAV-KURD’ê jî Heval Herkî axivîn.

Axaftvanan nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan.