Komên çete yên ser bi dewleta Tirk, li gundê Maratê yê Efrînê yek jê jin 10 sivîlên din revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Maratê 10 sivîlên di navbera 25 û 40 salî de revandin.

Li gorî agahiyan navê kesên hatin revandin wiha ye: Rêzan Alî, Seîd Helîl, Alî Hennan, Alî Helîl, Rûken Heyder, Ehmed Evdo, Salah Ebdulrahman, Salah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.