Bajarê gelê Kurd Efrîn ji 18’ê adara 2018’an ve dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.
Ji wê rojê ve êrişî jinan dike, girtin, binçav di asta herî jor de ye.
Rêxistina mafê mirovan derbarê girtin, binçav û cezayên dewleta Tirk dide jinan de daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, dewletê, cezayê îdamê da Kevser Hemad ku ev 5 salin li girtîgeha li navenda Efrînê girtiye.
Dewleta Tirk her wiha.
Cezayê heta hetayê da jina bi navê Şemsa ku 5 salin girtiye.
15 sal cezayê hepsê da Leyla Yusuf a 5 salin girtiye.
10 sal cezayê hepsê da Emîne bekir Sultan a 2 salin girtiye.
8 sal cezayê Hepsê da Nûra Sidhû ku 2 salin girtiye.
Di heman demê de 7 sal cezayê Hepsê da Fatima Xelil Osman a 4 sal û nîve girtiye, Iman Xalid Kanjo ya ev 3 salin girtiye, Gazala Salmo ya ev 3 salin girtiye û Halîde Fevzî ya 3 salin girtiye.
Her wiha dewletê 6 sal cezayê hepsê da Mîra Sidhu ya 6 salin girtiye û dê mehkema wê çênebûye.
Li gorî rapora saziyên mafê mirovan, li bajarê Efrînê dewleta Tirk ji 2018’an ve dagirkiriye, nêzî 100 jin hatin revandin.
Aqûbeta 300 jinan nayê zanîn, 82 jin hatin kuştin, êrişa zayendî li 78 jinan hat kirin.