Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Girê Kitix ê dîrokî talan û wêran kiriye.
Girê Kitix ê dîrokî li ser rêya bajarê Efrînê- Racoyê û çerxerêya diçe navçeya Şiyê dikeve.
Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê piştrast kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, piştî ku kantona Efrînê dagir kir, Girê Kitixê yê dîrok bi amûrên mezin kolandine.
Dagirkeran 3 nuqteyên li dora girê koland, yek li rojhilatê girê di navbera pira tirênê û zemîna gir ji aliyê rojhilat ve. Ya din li nêzî nuqteya gihaştina rêya giştî ber bi navçeya Raco û rêya navçeya Şiyê li bakurê rêya tirênê. Nuqteya sêyemîn li rojavayê rêya giştî ber bi navçeya Racoyê ve.
Berpirsan diyar kir ku li gorî agahiyên ku sala 2018`an hatine bidestixistn, derdora 5 hezar m2 hatiye kolandin. Her wiha berpiran dane zanîn ku gelek kon û amûrên mezin li gir hene, ev yek nîşan dide ku komeke mezin li ser kolandin û wêrankirina girê Kitix dixebitin.
Li gorî agahiyên ku gerînendeyê ku di Tîrmeha 2019`an de bi dest xistine, hêzên dagirker heta lûtkeya gir kolandine û gelek darên zeytûnê hatine jêkirin. Her wiha derdora 6 hiktar erd li nuqteya sêyemîn a li nêzî rêya Racoyê hatiye kolandin.