Çavdêrê sereke yê kongreya Amerîkayê raporek amade kir û tê de diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û êrîşên wê yên li dijî Kobanê û Girê Spî hişt ku DAIŞ hêza xwe xurt bike û behsa destdirêjiyên tabûrên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin der heqê welatiyên sivîl ên Efrînê de kir.

Di rapora sêmehî ya pêşkêşî kongreya Amerîkayê hatiye kirin de, hate destnîşankirin ku êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê şerê li dijî DAIŞ’ê asteng kir û destnîşan kir ku DAIŞ’ê sûd ji rawestandina şer a du mehan wergirt û hêza xwe xurt kir û li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîş pêk anîn ku ji bo şerê hêzên Tirkiyeyê li Efrînê bike, qada şer vala kir.

Di raporê de ku ji aliyê çavdêrê sereke yê kongreya Amerîkayê ve hatiye amadekirin, behsa desthilatdariya nebaş a herêmên di bin serweriya tabûrên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, nemaze wekî tabûrên li Efrînê û piştrast kir ku di encama vê rewşê de DAIŞ’ê hêza xwe xurt kir û spartgehên ewle ji leşkerên xwe re li herêmên derveyî serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) peyda kirin.

Êrîşa li dijî Efrînê herêma ewle xist nava tevliheviyê

Di raporê de hate destnîşankirin ku êrîşa li dijî Efrînê ku di 20’ê Çileya 2018’an de dest pê kir, hişt bêtirî 2 hezar kes koçber bibin û herêma ewle xist nava tevliheviyê û wiha hate domandin: “Milîsên Artêşa Azad (tabûrên çekdar) ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, mal û milkên welatiyên sivîl talan kirin û gelek mal, şîrket û avahiyên giştî ji bo karên xwe yên leşkerî bi kar anîn. Her wiha gelek welatiyên sivîl revandin da ku fidyeyê ji xizmên wan bistînin.”

Tirkiyeyê di dagirkirina Efrînê de endamên DAIŞ’ê bi kar anîn

Di berdewama raporê de wiha tê gotin: “Rojnameya The Independet a Brîtanyayê piştrast dike ku Tirkiye di dagirkirina Efrînê de endamên DAIŞ’ê yên berê bi kar anîn û Yekîneyên Parastina Gel çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî DAIŞ’ê li Dêrazorê rawestandin, ji ber ku pêwîstiya parastina Efrînê ji êrîşa Tirkiyeyê zêde bû.”

Dagirkeriya Efrînê alîkariya çete û terorîstan li Sûriyeyê kir

Di raporê de hate destnîşankirin ku fermandarên herêmî hişyarî dan ku dagirkirina Efrînê dê bikeve xizmeta DAIŞ’ê û komên din ên terorîst dê karibin spartgeheke xwe di Sûriyeyê de peyda bikin û gotina hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi bîr xist ku li ser rûpela xwe ya Tiwitterê di Adara 2018’an de weşandibû û tê de wiha gotibû: “Ji parêzvanên mafên mirovan re, serjêkirina Efrînê ji aliyê DAIŞ’ê û hevkarên wê ve tê kirin. Li hemberî vê yekê bê deng nemînin.”

Amerîkayê bang li her du aliyan Tirkiye û YPG’ê kir ku xwe ragirin, lê nexwest destwerdana xwe bike û zextê li Tirkiyeyê bike da ku helwesta xwe biguherîne û di encamê de serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dest bi êrîşa xwe ya li dijî Efrînê kir û gefa berfirehkirina êrîşeke leşkerî li dijî Minbicê kir ku tê de hêzên Amerîkayê bi cih bûne. Fermandarên leşkerî yên Amerîkayê jî ragihand ku dê parastina xwe bikin eger were xwestin.

Di rapora Amerîkayê de hate gotin ku toreya nû ya êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê pêngava şerê li dijî DAIŞ’ê careke din asteng dike, nemaze di çarçoveya şerê dijwar de ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê li devera herî dawîn a di bin dagirkeriya wê de li bajarokê Hecîn a gundewarê Dêrazorê dimeşîne û wiha domand: “Artêşa Tirk dest bi topbarankirina deverên nêzî sînor ên Girê Spî û Kobanê kir. Di encamê de QSD’ê jî şerê xwe li dijî DAIŞ’ê rawestand û bi daxuyaniyekê bang li hevkarên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî kir ku helwesta xwe hişk li hemberî êrîşên Tirkiyeyê nîşan bidin ku di bingehê de alîkariya bi DAIŞ’ê re armanc dike.”

Berdevkê fermî yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî li ser rûpela xwe ya Twitterê diyar kir ku piştî Tirkiyeyê herêmên Bakurê Sûriyeyê topbaran kir, QSD’ê çalakiyên xwe li dijî DAIŞ’ê demkî rawestandine û got ku ew peywendiyê bi her du aliyan re dikin da ku bala xwe bikişînin ser têkşikandina DAIŞ’ê.

Di dawiya raporê de behsa dewriyeyên hevbeş ên hêzên koalîsyonê û QSD’ê li hin deverên sînorî bi Tirkiyeyê re kir û wiha hate bidawîkirin: “Tirkiye deverên ku hêzên Amerîkayê tê de bi cih bûne topbaran nekirin, lê hê jî topbarana xwe didomîne û hejmareke sivîlan birîndar bûne û ji wan 2 nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê bûn û zarokeke 6 salî jî jiyana xwe ji dest da.”