Li Gabarê, Çiyayê Cûdî û herêma Besta yên li Şirnexê ev sê salîn talana xwezayê û qirkirin didome.
Dewleta Tirk bi hênceta parastina luleyên Pertolê li gundên Gabarê dest bi çêkirina qereqolan kiriye.
Li gundên Hêtman û Cêleka çêkirina qereqolan dest pê kir, li gundê Hespistê jî di hewşa welatiyekî de qereqol tê çêkirin.
Bi taybet Gabarê ji ber sondaja petrolê û kolandina çalan, wekî herêma taybet hatiye ragihandin, qereqolên nû lê tê çêkirin.
Petrola ji Gabarê tê derxistin, xisarek mezin dide zindiyên li herêmê,
Hat zanîn, ji bo gihandina petrolê ber bi Hezexê ve bi dirêjahiya 35 kîlometreyan wê xeta boriyê bê danîn.
Li herêmê bi hênceta parastina boriyan, qereqolên nû tên çêkirin, yek ji wan li gundê Hespistê ya girêdayî Hezexê ye.
Çêkirina qereqol 31’ê gulanê destpêkir, hewşa malê kirin qereqol.
Abdulezîz Naz ê di hewşa mala birayê wî de qereqol tê çêkirin bertek nîşan da û got ev zilme