Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li gundên li bakurrojavayê Minbicê barandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li gundên Yaşlî, Ûm Edese, Ûm Celûd, Dendeniyê û Seyada yên li bakurrojavayê Minbicê barandin.

Hate ragihandin ku 8 topên hawanê li gundan ketine. Têkildarî encamên bombardûmanê agahî bi dest neketin.