Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û nokerên dewleta Tirk li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê û Meclîsa Jinê ya Amara, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û qetilkirina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û du gerîlayan li Stockholmê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Di çalakiyê de ku wêneyên sivîlên ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane, posterên Diyar Xerîb hatin hildan û ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe axivî.

Goktepe diyar kir, dewleta Tirk a ku 25 sal in êrîşî Başûrê Kurdistanê dike meheke êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêde kiriye û sivîlan qetil dike.

Goktepe hêzên Kurdistanî yên ku li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng in bi tundî rexne kir.

Goktepe bang li Kurdistaniyan û dostên Kurdan kir ku li dijî operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û dakevin qadan.