Di merasîma dewreya perwerdeyê ya bi nave “Şehîd Hêlîn Cûdî”de hejmarek endmaên Meclisa Sivîl a Reqayê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, hin fermandarên QSD‘ê û malbatên şehîdan amade bûn.
Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê ve hate destpêkirin. Piştre jî şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Paşê bi navê QSD‘ê fermandar Luqman Xelîl axivî.
Xelîl anî ziman ku herêmê di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe. Aloziya Sûriyê di encamên lihevkirinên navdewletî de kûrtir dibe, çareserkirina aloziyê divê di hundir de be.
Xelîl her wiha got: “Hebûna me di bin sîwana QSD‘ê de diyar dike ku ew hêza sereke li ser erdê ye û erka parastina rewa pêk tîne. Wekî çawa em herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin em ê herêmên din ji dagirkeran rizgar bikin.”
Rêvebera Meclisa Jin Xuleyxe Ebdê di merasîm de axivî û ev tişt anî ziman: “Her kes dizane ku em di pêvajoyeke çarenûsî de derbas dibin. Pêwîste em li hemberî her pilanên ku li dijî me têne kirin amade bin. Em xwediyê biryar û xwediyê vê erdî ne. ji ber ku bi xwîna şehîdan em xwe ava kir.Em ê li hemberî her êrîşan bisekinin û bi hêza xwe QSD‘ê bawer in.”
Paşê şervanan sonda leşkerî xwarin.
Merasîma dawîbûna perwerdeyê bi gerandina govendê û berizkirina diruşmeyan ve bi dawî bû.
Têkoşer Hêlîn Cûdî di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.