Dewreya Şehîd Herêm ya di bûnya Akademiya Leşkerî ya Şehîd Berxwedan de destpê kiribû, bi merasîmeke bi heybet bi dawî bû. Şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê diyar kirin ku ewê bi xwe perwerdekirinê ji bo avakirina Şengaleke xweser têbikoşin.
Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Herêm ya di bûnya Akademiya Şehîd Berxwedan de 1’ê Tebaxê bi beşdariya 32 şervanên YBŞ’ê destpê kiribû, îro li goristana şehîdan a Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê bi merasîmekî leşkerî bi dawî bû.
Merasîm bi deqîqeyek rêz girtin destpê kir û Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku beşdarî perwerdeyê bibûn sonda xwe ya ji bo parastina Şengalê û gelê Êzidî nû kirin û bawernameyên xwe girtin.
Di merasîmê de fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam axivî û sonda parastina gelê Şengalê nû kir û şervan jî piştî merasîmê di nava şehîdgehê de geriyan û serdana goristanê kirin.
Şervanên ku beşdarî dewreya perwerdeyê jî bûne têkildarî girîngiya perwerdeyê ji ajansa me re axivîn.
Manî Şengal: Armanca min a ji beşdarbûna dewreyê re ewe ku ez xwe li ser esasê fikrên Rêber Apo perwerde bikim, ku bikarim pêşengiyeke rast ji civaka xwe re bikim. Ji bo em dûbare fermanan nebînin û nehêlin ku gelê me rûberû were, divê em civakê perwerde û hişyar bikin. Bi vî awayî wê ti kes nekare welatê me dagir bike. Em ê hemû êrîşên dijmin têk bibin.
Mansor Apocî: Dewreya me serkeftî bi encam bû. Ev perwerde enerjî û hêzek mezin dide civaka Êzidî. Em weke şervanên YBŞ û YJŞ’ê girîngî didin xebatên xwe perwerdekirinê, ji bo Şengala xweser ava bibe. Heya em bigihijin armanca xwe em ê giranî bidin xebatên perwerdê.
Xemgîn Zûqa: Em dixwazin bi xwe perwerdekirinê tola tevahî şehîdan û Mam Zekî rakin. Em dixwazin civaka xwe li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ji nûve ava bikin.