Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê-DFG’ê 4. salvegera damezirandina xwe, li avahiya xwe ya Semta Ofîsê ya naveçeya Bajarê Nû ya Amedê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

DFG, di heman demê de “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnameavanan ya 2023’an jî” parve kir.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û rojnamevan Hakki Boltan rapora bi Tirkî û Kurdî xwendin.

Di raporê de heta gotin ku, 11 jê jin 120 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Di şerê li Xezayê de 75 rojnamevanên Filistinî, 4’ê Îsraîlî û 3 jî Lubnanî hatin kuştin. Li Suriye jî 3 rojnamevan hatine kuştin. Edîtorê Ajansa Rojnewsê Rojnamevan Silêman Ehmed 72 roj in ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye ravandin û tu agahî jê nayê girtin.

DFG’e got ku, di 2023’an de li Tirkyê û Bakurê Kurdistanê zext û zora li rojnamevanan dewam kir. Bi dehan rojnamevan, ji ber çêkirina nûçeyên derbarê erdhej û bûyerên rojane de hatin girtin. Di erdhejê de 25 xebatkarên çapameniyê jiyana xwe ji dest dan.

Hevseroka DFG Dicle Muftioglu di nav de, gelek rojnamevan hîna girtî ne. Di sala 2023an de 280 rojnamevan 821 caran derketin pêşberî dadgeran. Desteya Bilind ya Radyo û Televizyonan -RTUKê ceza dane bi dehan kanalên televizyonan.