Di 25. salvegera komploya naveneteweyî ya li dij Rêber Abdullah Ocalan a 9’ê Cotmeha 1998’an de Kurdistanî û dostên xwe wê çalakiyên bi heybet li dar bixin.

Li gelek deverên cîhanê û Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêngavek hat destpêkirin.

Li Ewropayê di 9’ê Cotmehê de bi çalakî û bernameyan wê pêngava hatî destpêkirin bê meşandin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistan a Ewropa CKD-E Zubeyde Zumrut anî ziman:

“Îsal 9’ê Cotmehê ji bo me rojeke dîrokî ye. Divê gaveke dîrokî derkeve holê û got:

Em çalakiyên 9’ê Cotmehê bi pêşengiya jinan li Ewropayê bi rêxistin dikin. Ji bo tevlîbûn û xwedîderketinê divê em rola xwe ya dîrokî bilîzin.”

Zubeyde Zumrut got:

“Em ber bi 9’ê Cotmehê ve diçin. Li dijî faşîzma Tirkiyeyê û pergala îşkenceya dewletê û ji bo azadiya fizîkî ya Serokatiyê divê roleke dîrokî bê lîstîn.

Tecrîd û teslîmkirina Serokatiyê bo Tirkiyeyê ne tenê biryara Tirkiyeyê ye. Em li navenda ku tecrîd lê tê birêveberin dijîn. Bi riya tecrîdê kurdan bênefes dihêlin divê ev yek di hêla vijdanî de neyê qebûlkirin.”

Zubeyde, destnîşan kir “Divê êdî bi girseyî li qad û kolanan bersivek bê dayîn.

Ji bo azadiya Serokatiyê dê pêngavek bê destpêkirin. Em ê starta vê pêngavê di 10’ê Cotmehê de li Starsburgê bidin.

Hevseroka KCDK-E Zumrut bilêv kir ku bi boneya ku Rêber Ocalan dikeve 74 saliya xwe jî, dê li 74 deveran çalakiyan organîze bikin û wiha got:

“Emê li Strasburgê bi tevlîbûna 500 kesî çalakiya nobeta 4 rojan li dar bixin. Emê dengê xwe bighînin Konseya Ewrûpa û bêjin ‘Hevkariya sûcê ku Tirkiye pêk tîne nekin’.