Li gorî daxuyaniya rayedarên Talîbanê, karesata aşûtê li ser sînorê Pakistanê rû daye.

Hat ragihandin ku di lêgerînên ku piştî aşûtê hatin kirin de cenazeyên 19 kesan hatin dîtin. Ekîbên alîkariya lezgîn lêgerîna xwe didomînin. Fikar heye ku bîlanço girantir bibe.

Her roj hejmareke mezin ji Afganiyan bi armanca kar an bazirganiyê hewl didin ku ji sînorê çiyayî derbas bibin.

Piştî ku Talîban di meha Tebaxê de hat ser desthilatdariyê, bi kûrbûna krîza mirovî re hejmara kesên ku hewl didin sînor derbas bikin zêde bû.

Piştî qutkirina alîkariyên navneteweyî ku ji sedî 75’ê bûdceya welêt pêk tîne, niha kaseya pere ya welat vala ye. Bi milyonan dewlemendiyên Afganistanê yên li derve jî hatine cemidandin. Di dema ku bêkarî zêde dibe, gelek karmendên dewletê bi mehan e ku nikarin mûçe bigirin.

Pakîstan ku bi Afganîstanê re 2 hezar û 670 kîlometre sînorê xwe heye, bi hinceta “ewlehiya sînor” hewl dide li ser sînor dîwar lê bike. Bi sedan sal e ku ev herêma çiyayî ku her çiqasê bi xeter be jî lê ji bo hatin û çûna her du alî ya bê bac tê bikaranîn. Di sala 2015’an de li Afganistanê di karesatên aşûtê de zêdetirî 250 kes mirin.