Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê di roja duyemîn ya Cejna Qurbanê de çalakiya “Nobeta Edaletê” li Qada Şîşhane ya Beyoglu domandin.

Berdevkên HDK û rêveberên sasziyên civakî tevli çalakiyê bûn.

Xizma girtî Dayika Fincê Akman, di çalakiyê de axivî û di kesayeta Denîz Poyraz de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bibîranîn û got; Em daxwaza rakirina tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd dikin.

Bi salan e, em ji Rêber Ocalan agahiyan nagirin. 2 meh in em ji zarokên xwe yên di girtîgehan de agahiyan nagirin. Abdullah Ocalan îradeya me ye. Tecrîda li ser zarokên me tecrîda li ser me ye. Em vê tecrîdê şermezar dikin û qebûl nakin.

Serokê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr jî anî ziman ku ew tayînkirina qeyûm rast nabînin û got; Tayînkirina qeyûm têkbirina demokrasiyê, divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin.

Hevseroka KAR-DEF Zelal Ayik Degîrmencî jî axivî û got; Li dijî tayînkirina qeyûm, tevgera hevpar girîng e. Gelê kurd tim hebû û wê her tim jî hebe. Tu kes nikare di vê civakê de cihêkariya me bike.”

Hevserokê KAYY-DER’ê Ahmet Tuzun diyar kir ku ew li dijî qeyûm in û bang li her kesî, bi taybetî li muxalefeta siyasî kir ku dengê xwe derxînin.