Di dema dewriyeya hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê de ku li Idlibê pêk dianî, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku xisar li wesayiteke zirxî ya Rûs bû.

Her du welatn di çarçoveya ‘Mutabaqata Soçî’ de bi hev re li dewriyeyê digerin. Vê Sêşemê li ser rêya M4 di dema dewriyeya hevpar de teqînek pêk hat.

Di êrişa bombeyî de xisar li wesayiteke leşkerî ya Hêzên Çekdar ên Rûs bû.

Piştî êrişê li herêmê tedbîrên leşkerî hatin wergirtin.

Di dema dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk de beriya niha sê caran êriş hatibû kirin. Êrişa herî dawî 17’ê Tebaxê pêk hatibû.