Desteya Enerjiyê bi lêçûna 60 milyon dolarî projeya kehrebê ya herêmên başûrê Hesekê di nava 2 rojên pêş de bi dawî dike.

Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê projeya stasyona Cibisa ya rojhilatî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ku mezintirîn projeya kehrebê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî dike.

Lêçûna projeyê heta niha gihaştiye 60 milyonî, qeweta danê 30 MW ye û li ser 3 devikan, her devikeke 10 MW destine belav dibe.

Serokê buroya veguhastin û dana enerjiyê ya herêma Cizîrê Mistefa Silêman diyar kir ku  “Her 3 devikeke dê kehrebê ji stasyona Cibisa ya navçeya Şedadê bidin û ji wir jî dê bidin tora kehrebê ya sereke. Li vir 2 xetên sereke yên torê bi stasyona sereke ve girêdayî ne hene.”

Silêman soza da ku sala 2020`an dê hemû gundên navçeya Şedadê, stasyona kehrebê ya Mergeda ya başûrê Şedadê û bakurê pira başûr kehrehbe hebe were ronîkirin. Silêman got, “Komxebatên projeyê bi rê ve dibin ji sedî 99 kar bi dawîkirine.”

Silêman destnîşan kir ku heke astengî dernekevin, di nava 2 rojên pêş de dê stasyona kehrebê were vêxistin.

Silêman bal kişand ku ev ev proje mezntirîn projeya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye ava kirin e.

(eh)

ANHA