Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi behaneya çalakiyên li dijî êrîşên DAÎŞ’,ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin pêkanîn, hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar dihatin darizandin doh hate pêkan.
Danişîna dozê li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate pêkanîn û şandeya dadgehê doh biryara xwe eşkere kir.
Biryarên şandeya dadgehê de,Ahmet Turk: Bi 10 salan,
Alî Urkut: bi 13sal û 4 mehan û biryara domandina girtînê.
Alp Altinors: Bi 4 sal û 6 mehan
Altan Tan û Ayhan Bilgen, hatin beraat kirin
Ayla Akat Ata: Bi 9 mehan hate cezakirin û ji sedema razana di girtîgehêd e zêde ye hate berdan
Aynur Aşan: bi 9 salan hate ceza kirin û wê girtî bimîne.
Aysel Tugluk: hate beraatkirin.
Ayşe Yagci: Bi 9 salan hate ceza kirin û ji ber zêde girtî maye hate berdan.
Bulent Parmaksiz: Bi 4 sal û 6 mehan,
Dîlek Yagli: Bi 4 sal û 6 mehan hate cezakirin û biryara girtina di girtîgehê de hate dayin.
Emîne Ayna: Bi 10 salan
Beyza Ustun: Bi mercê kontrola edlî hate rakirin.
Fîgen Yuksekdag: Bi 32 sal û 9 mehan hate ceza kirin.
Gulfer Akkaya: bi mercê kontrola edlî hate berdan.
Gultan Kişanak: Bi 12 salan hate cezakirin, ji ber zêde di girtîgehê de maye, hate berdan
Gunay Kubîlay:Bi 4 sal û 6 mehan
Îsmaîl Şengul: bi 16 salan hate ceza kirin biryara dewamkirina girtina wî hate dayin.
Îbrahîm Bînîcî: Hate beraatkirin.
Mesut Bagcik: Bi 9 salan hate cezakirin û bi mercên kontrola edlî hate berdan
Nazmî Gur: Bi 4 sal û 6 mehan
Pervîn Oduncu: Bi 18 salan hate cezakirin û biryara domandina girtinê hate dayin.
Sebahat Tuncel: Bi 12 salan hate cezakirin û ji sedema zêde girtî maye hate berdan
Selahattîn Demîrtaş: Bi 30 salî hate ceza kirin.
Sirri Sureyya Onder: Beraat kir.
Zekî Çelîk: Bi 4 sal û 6 mehan hate cezakirin.
Zeynep Karaman: Bi 4 sal û 6 mehan hate cezakirin,
Şandeya Dadgeha Doza Kumpasyê ya Kobanê, derbarê 36 kesan de, biryara beraetê da.