Aktîvîst Dr. Banu Buyukavci, Dr. Sînan Aydin û Samî Solmaz ên li bajarê Munchen ê Elmanyayê ji ber doza TKP/ML pênc sal in girtî ne hatin berdan.

Ji Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî (ATÎK) 10 endam û rêveber bi îdîaya “Endametî û rêveberiya rêxistina TKP/ML” ji Hezîrana 2016’an ve li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê tên darizandin.

Doz weke doza herî qelebalix a siyasî ya salên dawî ya li Elmanyayê tê dîtin. Di rûniştina Hezîrana derbasbûyî de Dr. Banû Buyukavci, Dr. Sînan Aydin û Samî Solmaz hatibûn girtin.

Aktîvîst bi îdîaya “bê destûr ji bo betlaneyê derketine derveyî Elmanyayê” hatin sûcdarkirin. Heyeta dadgehê sûcdariyên dozger li aktîvîstan dikir neheq dît û biryar da ku bên berdan.

Her sê aktîvîst wê bi rengekî negirtî bên darizandin.