Bahoza Zeynep a ku ji duh êvarê ve li welatên Ewropayê dest bi bandora xwe kir, bû sedema mirina herî kêm 9 kesan.
RÊ LI BER QEZAYÊN TRAFÎKÊ VEKIR
Li Almanyayê di qezaya trafîkê de herî kêm 2 kes mirin. Di qezaya ku li herêma Steînfûrtê pêk hat de ajokarê 56 salî li dara ku li ser rê ketibû qelibî û li Saerbeckê jî ajokarê 33 salî yê ku wesayîta wî ji ber bayê xurt ketibû, li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Almanyayê (DWD) xuya kir ku alarma ji ber bahoza sibeha roja Şemiyê hat rakirin. Lêbelê DWD hişyarî da ku li hin cih ji bakurê Almanyayê hatina bahozê tê payîn. Her wiha tê payîn ku bahoz şeva Şemiyê bigihêje peravên Deryaya Bakur. Hat diyarkirin ku wê bahoza li welat heta roja Duşemê bidome.
Rêyên trenê (Rêhesinên) yên Elmanyayê (DB) ragihand ku wan seferên trênê yên di navbera Dortmûnd, Hannover, Berlîn û di navbera Berlîn û Halle/Leîpzîg de betal kirine.
LI HOLLANDA 4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li Hollandayê ji ber bahozê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyên ku ji aliyê Îtfaiyeya Amsterdamê ve hatin dayîn 3 kes ji ber ku dar bi ser wan de ket û 1 kes jî di encama ketina darê li ser wesayîta wê de jiyana xwe ji dest dane.
Li Fransayê di encama bahozê de herî kêm 11 kes birîndar bûn. Hat hînbûn ku li bakurê welat nekarîne elektrîkê bidin 130 hezar malbatan.