Hûseyîn Xaliqî, destpêka şoreşa gelan a li Îranê, dîsa hewldanên Kurdan ên ji bo bidestxistina mafê xwe bi rêya danûstandinan, êrîşên rejîma Îranê yên li ser Kurdan ên sala 1979’an û rewşa niha ya Îranê nirxand.
Akademîsyen û Civaknasê Kurd Dr. Hûseyîn Xaliqî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan a di dema destpêka şoreşa gelan a li Îranê de, hewldanên ji bo destxistina mafên xwe û rewşa niha ji ANF’ê re nirxand. Xaliqî destnîşan kir ku di şerê rejîma Îranê ya 3 mehan a 1979’an a li ser bajarê Sinê de 2 hezar kes jiyana xwe ji dest da.
Dema çûyîna şandeya Kurdan ya ji bo danustandinê bi rejîma Îranê re, hûn kengî çûn ji bo danustandin bi rayedarên rejîma komara Îslamî? Endamên şandeyê kê bûn? Çawa hatin hilbijartin? We çi ji rejîma Îranê re got û wana çi bersiv dan?
Di şerê meha Adarê ya 1979’an de hêzên rejîma Îranê û gel di baregeha leşkerî ya bajarê Sine de di nava şer de bûn. Ji baregehê ve êrîşî gel kirin. Melayek bi navê Sefterî ku di serdema rejîma Şah de sûrgûnê bajarê Sine hatibû kirin serkêşiya êrîşê dikir û yek ji dostên Kak Ehmed Muftîzade bû. Di wê demê de gel li dijî rejîmê sekinî ku divê şer neqewime. Wana jî gel dorpêçkirin. Em ber bi avahiya walîtiyê çûn ku jê re dihate gotin Meqera (baregeha) Rejîm. Berpirsiyarê meqerê Şatir Memed bû ku ji bajarê Kirmaşanê bû. Şatir Memed û çekdarên wî gule li gel reşandin û di encamê de ciwaneke 16-17 salî hate kuştin. Ew yek bû sedem ku gel êrîşê baregeha jandarmayê ku baregeha sereke ya Sine bû bikin. Mixabin ew baregehane pir ji bajêr dûr nebûn. Di encamê de şer qewimî. Yên li baregehê bi fermana Sefterî dest bi êrîş û topbarankirina bajêr kirin û ji ber wê hejmarek welatî hatin kuştin. Yên çûbûne ser baregehê hemû mirovên hejar bûn û dibetî hebû ku tenê ji bo çekekê hevudu bikujin. Şerê Sine destpê kir û bajêr hate topbarankirin. Li gorî nûçeyên artêşa Îranê weşandî di nava saetekê de 470 guleyên havanê li ser bajêr barandine. Gel nedikarî ji malên xwe derkevin. Bi dehan xanî û dukan wêran bûn û hezaran kes hatin kuştin.
Di wê demê de li zanîngeha bajarê Tevrêz bûm û bi armanca ku bikarim bi rêya hin dostan têkilî bi rayedarên rejîma nû çêbikim çûme Mihabadê. Li wê derê jî rehmetî Şêx Izedîn û çend kesên din ber bi Sine diçûn. Em li bajarê Bokanê rastî hevudu hatin û em bi hevre çûne Sine. Di ketina bajêr û li ser rêya bajarê Seqizê hejmarek çekdarên girêdayî Muftîzade ku wê demê xwe weke waliyê Sine dizanî hebûn û rêya me girtin. Muftîzade berpisiyarê kar û barê îdarî yê walîtiyê û Sefterî jî berpirsê kar û barê leşkerî bû. Kardabşiyeke nerast û şaş bû, ji ber ku di wê serdemê de biryar ya çek bû ne ya walî û qaîmeqam. Rêya me girtin, min çend kesek di nava wan de nasdikir û min ji wan re got ku em bi xwe bi xwe ne û têkildarê vî şerî hatine Sine. Rêya me vekirin û em bi rê ketin. Ez çûm mala xwe û yên din jî çûn mala yek ji hevalên xwe yê Sineyî ku jê re digotin Pêder (bav). Pêder alîkariya Demokrat (Partiya Demokrat a Kurdistanê) dikir û kurên wî jî xwedî hizra çepgirî bûn. Piştre bi rehmetî Sarimedîn Sadiq Wezîrî, Mamoste Şêx Izedînû Selah Muhtedî, Dr. Şakirî Bane, şehîd Sedîq Kemanger, Berpirsê Gerîlayên Fedayî yên Gel Bêhrûz Silêmanî, Muftîzade û alîgirê wî Dr. Xusrewî re çûne mala kesekî bi navê Dadaşpûr. Me bi mebesta ku divê çi bikîn, kê çi bike û çi bêje protokolek nivîsand. Encûmena Şoreşê (Şûrayê Ênqêlab) jî biryar dabû ku sibe şandeyek bête Sine. Encûmena Şoreşê ji rehmetî Taliqanî, Benî Sedir, Refsencanî û Wezîrê Kar û Barê Navxweyî Sedir Hac Seyîd Cewadî pêkhatibû.
Du xal hene ku divê gelê me bi awayeke zelal bizane.
Xala yekem: Li Kirmaşanê rê nedan şandeya Encûmena Şoreşê. Biryar bû ku ew şande bi helîkopterê bête Sine, lê ji bo ku zêdetir gel bikujin û agirê şer gurtir bikin nehêlan ku şande bên. Artêş û Sipahê (hêzên Mihafizê Şoreşê) li Kirmaşanê pêşiya şandeyê girtibûn.
Xala duyem: Me di civîna xwe de derbarê wê yekê bê ka kê weke nûnerê şandeyê bi Encûmena Şoreşê re biaxife, nîqaş kiribû. Di encamê de me Şêx Izedîn weke berpirs û Sarimxan Sadiq Wezîrî jî weke berdevkê şandeyê hilbijart. Ji ber ku Sarimxan dozger, parêzer, nivîskar û şarezayê yasayan bû me ew hilbijart.
Di dema şerê di navbera gel û leşkeran de endamên Komele fermandeyê baregehê Seferî ku payebilind bû û bi eslê xwe Sineyî bû dîl girtibûn. Wana ew bire navenda radyoyê û bi rêya radyoyê ferman da leşkerên xwe ku topbarankirina bajêr rawestînin. Şehîd Sedîq Kemanger jî li ser Radyoyê ji bo gel û leşkeran çend peyam dan û ragihand: ‘Em mirovîn, birayê hevudu ne û li yek welatî de dijîn, em dujminê hevudu nînin û gule li me nereşînin û nekujin.’ Tevî wê jî gulebaran û topbarankirin berdewam dikir. Şehdî Sedîq piştî 3-4 peyaman ji gel re ragihand: ‘Wana niha dest ji şer bernadin û me dikin armanc, hûn jî çeperan bigirin, berxwe bidin û rê nedin ku bikevin nava bajêr. Da ku kerameta me neşkê, me neperçiqînin û em tune nebin.’ Ew hemû bûyerane di radyoyê de dihatin tomarkirin û niha jî berdest hene.
Ew hemû bûyerane beriya hatina me ya ji bo Sine qewimîbûn. Piştî ku em gihiştin bajêr di wê şevê de Ehmed Muftîzade protokl îmze nekir. Tevî hemû hewldanên me dîsa qebûl nekir ku Şêx Izedîn bibe berpirs û Sarimxan jî bibe berdevkê şendeyê, her wiha eger peymeke me hebûya ku em bidin wana da ku li ser nîqaş bikin. Muftîzade çû û protokol îmze nekir. Li rex hewuza hevşa malê ez û Selah Muhtedî me pêşiya wî girt. Têkilyê di navbera min û Muftîzade de pir baş bû. Selah jî birayê hewjîna wî bû. Me zext lê kir da ku protokolê îmze bike. Ji bo ku bizanin bê ka kê wê biaxife, madeyên protokolê ku 10 made bûn ji aliyê nûnerên hemû çîn û kesimên civakî û partiyan ve hatibû erêkirin. Dîsîplîneke me yê baş hebû. Di encama hewldanên me de Muftîzade protokol îmze kir.
Planê me ew bû ku saet 9:00’ê sibehê Muftîzade bê Mala Jinan û em hevudu bibînîn û biçin hevdîtinê ya bi Encûmena Şoreşê. Cihê hevdîtinê Kafeteryaya Kolêja Werzişê ya Sine bû. Roja din em heya saet 10-11’an bendewar man lê Muftîzade nehat. Şêx Izedîn got tu biçe pey Muftîzade, ji ber ku têkiliya te bi wî re baş be û agahî bidin Encûmena Şoreşê ku nûnerên gelê Kurd dixwaze bi we re hevdîtinê pêk bîne. Di wê demê de çend mamosteyên zanîngehê peyam ji me re dişandin ku hindî zû ye divê biçin, ji ber ku li vî cihî tiştên din dixwast biqewime.
Dema em çûn kafeteryaya kolêja werzişê, me dît ku Muftîzade bi Taliqanî re diaxifin. Biheştî jî li gel çend kesên din diaxifie. Dema çûme gel Taliqanî, min silav da û got ‘Silav bavo.’ Ji Taliqanî re digotin bavo. Piştî silav û pirsîna rewşê min hema li gel Taliqanî bi awayeke tund û acizbûnî ve bi Muftîzade re axivîm û min jê re got ku biryarê me çi bû? Biryar bû ku tu bê gel me, tu li wê derê çi dikî? Piştre çûme gel Biheştî. Min Biheştî ji sala yekemîn a xwendina min a ji bo doktoratiyê nas dikir. Wî piştî yek sal xwendina doktoryê xwendina xwe dom nekir. Çend caran me hevudu dîtibû. Ez çûm û min silav da, lê wî min nas nekir. Min jê re got ku birêz doktor ez rîca dikim, em wek nûnerên gelê Kurd dixwazîn bi we re hevdîtinê bikîn. Me ji bo wê yekê kes diyar kiriye, tu bi kî re diaxivî; wî pejirand û got biçe wana bîne.
Piştre ez çûm pey endamên din ê şandeyê. Dema vegeriyan alîgirên Muftîzade deriyê hesin ê kolêjê li ser me daxistibûn. Hejamrek ji pêşmergeyan dixwastin bi çek derî bişkînin. Lê min pêşiya wan girt. Kurek li milê din bû ku xizmê hewjînê birayê min bû û navê wî Seadî Qureyşî bû. Min jê re got ku derî veke, em hatine bi wan re gotûbêj bikin çima hûn derî venakin. Di dawiyê de derî vekirin. Parçeyek ji guleya havanê di destê min de bû ku dema vekirina derî de bû sedem ku destê min birîndar bibe. Dema em çûne hindur min parçeya guleya hawanê nîşanê Taliqanî da û got hûn bi wana me dikin armanc û bombebaran dikin. Me ji bo ku rejîma şah, kavilî û çarereşî ji holê rabe şoreş kir, lê niha temaş dikî rejîma nû jî balafiran li ser bajêr digerîne û camê malan ji ber dengê wan dişkên û bi havanan bajêr dikin armanc.
Em rûniştîn û me dest bi gotûbêjê kir. Sedîq bi desngê bilind êrîşî Muftîzade kir û pejirand. Got ku tu li şûna ku bajêr biparêzî û hay ji xwe hebî, tu çûyî bajarê Seqizê û te cemaeta xwe jî şande bêhndanê. Şatir Memed jî gule li gel reşand û bi hezaran însan mirin û ew bajê weguherî gola xwînê, Sedîq bi vî rengî ango bi awayeke kurt û tund li gel Muftîzade axifî. Piştre ji Dr. Xosrewî re got tu çûyî nav bajêr û te ji gelê xwe re got ku verin gel me û te xwepêşandanek birêxistin kir û di encamê de ew kur hate kuştin. Em hemû bi Farsî diaxifin.
Di wê demê de Taliqanî kasetek derxist û da nîşandan ku tê de Sedîq digot çeper bigirin û xwe biparêzin. Taliqanî got kê ew peyame belavkiriye û kaseteke din jî derxist û nîşan da û piştî wê got, tevî wan hemû peyaman jî artêş ti bersivek neda. Sedîq dengê xwe bilind kir û got, Muftîzade sedemê wê şerê bû û ew yek jî ji bo provakasyonê bi hikûmeta nû re çêbike kiriye. Lê em naxwazîn pirsgirêkên me bi hikumeta nû re hebe. Taliqanî ku berê digot, ez ê bikujim û …, bi bihîstina wan axaftin û peyaman re got, kurê min rîca dikim dengê xwe nizim bike û birûnê, ez nexewşim!
Em axivîn û ew 10 madeyên ku li gel Şêx Izedîn bû me radestî Biheştî kir. Yehyaxan Sadiq Wezîrî birayê Sarimxan Wezîrî ku wezîrê dadê bû, ew jî li wê derê bû. Me di derbrê xwebirêveberî ango çiye de nîqaş kir. Di heman demê de dema em civiyabûn li derve jî xwepêşandanek jî hebû. Hin kesan digot “Izedîn” û hina jî digot “Kake” ku mebesta wan Ehmedî Muftîzade bû. Biheştî got, hûn rêberê xwe diyar bikin da ku em jî derbarê mafên we de nîqaş bikin. Di wê demê de Dr. Yûnisî ku ji Bane bû û rehma xwedê lê bê, anîbûn ku bikin valî. Ez û Hesen Şems ku yek ji endamên Komele bû û Dr. Yûnisî li kêleka hev rûniştibûn, Yûnisî got ku wana min anîne ku bikin valî, ez şoq mam û nikarim biaxifim, lê tu rabe û tiştekê bêje.
Di wê demê de min destê xwe bilind kir û ji Mamoste Şêx Izedîn destûr xwest û got, rexneyê min ji bo Biheştî heye. Biheştî pirsî û got tu kî? Min jê re got ku em hevudu nasdikin, lê tu niha li nav desthilat cih digirî û min nabînî û me nas nakî. Ez mamosteyê zanîngeha Tevrêz im û ji bajarê Sine me. Min jê re got, tu dibêjî rêberê xwe diyar bikin da ku mafên we dabîn bikîn, başe ew hikumeta ku hûn dadimezrînin Îslamiye yan Demokratîk e? Got, bêguman hikumeteke Îslamî ye. Min got, te di Îslamê de ew yek bihîstiye ku dibêje eger neteweyek yan jî zarokek hêza wê/î nebe ku mala xwe biparêze wê demê qeyûmekê ji bo parastina mal û milkê wî/ê diyar dikin. Got, belê raste. Min got lê eger dîn jî bibe wê dîsa qeyûmekê ji bo wê/î destnîşan dikin heya ku baş dibe û wedigere ser rewşa xwe ya asayî mala wê/î jê re tê parastin. Başe hûn wisa bizanin ku em zarok û dîn in, eger xwedê her du rêberên me ji me bistîne jî dîsa mafê me heye. Eger hikumeta te Îslamî ye tu çawa dikarî mafê me bi wê yekê ango ‘biçin ji xwe re rêberekê diyar bikin’ re girê bidin, di Îslamiyetê de tiştê wisa nîne.
Taliqanî bi lez got, rast dibêjî û mafdarî, em vedigerin û daxwazên we radestê encûmena şoreşê dikin. Di wê civînê de 2 biryar hatin girtin a yekem; Sibe li meydan Îqbal civînek bê lidarxisitin û di vê derê de Taliqanî biaxive û gel wî guhdar bikin, wê li ser aramkirina bajêr biaxive. Her wiha berdewam gule dihatin teqandin. Duyemîn; Ji Wezîrê kar û Barê hidur dihate xwestin ku ferman bide fermandeyê artêşê da ku firîna balafiran ya li ser bajêr rawestîne, zarokên bajêr pir acizin û pir welatî hatine kuştin û hê jî nehatine veşartin. Termên hemûyan parçe parçe bûye û her kes li mala xwe de hatibû kuştin. Parçeyek ji canê wê/î li ser darekê bû.
Birayekî min endamê gerîlayên Fedaiyan bû ku şehîd bûbû. Gelek kes hatibûn şîna wî. Yek ji wan mêhvanê ku hatibûn sersaxiyê xizmê me bû û navê wî Mihemed Hindî bû. Mihemed parêzer bû û niha jî li Mihabadê dimîne, dema şînê de dest danîbbûn ser demançeya wî. Got doktor hûn demnçeyê nadin, ji min xwest ku demançeya wî bistînim û bidimê. Min jî dema ku gel belav dibû ji neçarî çûme gel Muftîzade da ku ji çekdarên xwe re bêje ku demançeyê bidin wî. Ez çûm û min dît (Muftîzade) li gel Refsencanî diaxife. Her du jî bi tenê bûn. Refsencanî ji wî re got, ‘Biryar heman biryare ku me bi xwe daye, bila hema biqîrin.’
Min tiştek xwend ku wiha bû, Muftîzade bi zanebûn îxanet li mafê gelê me dike û ji binî ve bi rejîmê re li hevkiriye yan jî hatiye xapandin. Ji ber ku Muftîzade mirovekî sade û ne sextekar bû. Wê demê min wisa fêhm kir û bi acizbûn got ku wî îxanet kiriye, lê dikare were gotin ku hatibe xapandin. Refsencanî ji Muftîzade re got, singê te weke behre. Min jî got, na, ew gelaşa nava behrê ye ku tê de kom bûye. Min bi Kurdî ji Muftîzade re got ku te mafê me binpê kir, di navbera we de çi heye? Ew mijare çarenûsa gel û neteweyekê diyar dike. “Biryara di navbera me de” tê çi wateyê? Çi di navbera we de heye? We çi gotûbêj kiriye? Bêdeng bû û li beramberî min tiştek negot. Min jê xwest ku demançeyê vegerîne. Demançe anî û ez vegeriyam.
Ji ber şehîdbûna birayê min pir mêhvan ji Kirmaşan, Kamyaran, Merîwan, Seqiz, Bane û … hatibûn mala me. Yek ji wan Mela Omerê Esrî bû, yekî din jî Mela Rehîm Ebasî bû û birêz Mihemd Hindî bû. Min got, hûn şahid bin ku Muftîzade keda netewa Kurd vala derdixîne. Bi rejîmê re lihev hatiye û êdî Kurd nagihîje tu armancekê. Biryar bû ku roja dawî vegerim, kesek bi navê Dr. Erdela ku teoriya Partiya Restaxîz ji bo Şah nivîsandibû, weke nûnerê hikûmeta Bazirgan hatibû Sine. Xwendekarekî zanîngehê min ji hatina wî agahdar kir û got, Erdelan û Ayetullah Lahûtî ji aliyê saziya melayan ve hatine û çûne mizgefta mezin û dixwazin biaxifin. Ji min xwest ku weke nûnerê gelê Kurd biaxivin. Ez çûm û agahiya min ji tu tiştî nîne ango nizanim bê ka çi di navbera Muftîzade, Fedaiyanê Xelq, Komele, gerîlayan û çepgiran de qewimiye. Ji ber ku ez li bajarê Tevrêzê bûm.
Dema ji bo axaftinê çûm, hin alîgirên Komele dirûşmên dijî Dr. Erdelan berzdikirin û digotin; “Erdelan nokerî, nûnerê Restaxîzî” û ji ber wê Erdelan qewitandin. Tenê Lahûtî ma. Min di axaftinên xwe de ji gel re ragihand ku “Pêwîste Yekgirtî û yekdeng bin. Em hemû kur û keçên misilmanin û tu kes dijbertiya wî/ê bi Îslamê re nîne. Lê ew yek mijareke siyasî ye û nîqaşkirina çarenûsa neteweyekê ye. Eger em li ser demokrasî nîqaş dikîn ew yek nayê wê wateyê ku em dijminatiya Îslamê dikîn.” û di nava axaftinên xwe min bê armanc got; “Ne dema xwarina kebaban e belku dema kar û pratîkê ye.”
Çend roj beriya wê Muftîzade gazî hin kesan kiribû li avahiya valîtiyê nêzî 15-20 pors kebab ji bo wan biribûn. Gel wisa zanî ku ez qala wê dikim û ji ber wê alîgirên Muftîzade dest bi berzikirina dirûşmên li dijî min kirin û gotin “Bimre Xelîqî.” Lahûtî got ez dizanim bijî tê wateya mana di jiyan de ye, lê gotina bimre tê çi wateyê ku piştî bijî hate gotin? Yek ji alîgirên Muftîzade hat û got divê tu ji gel lêborînê bixwazî. Min jî got ku min tiştek negotiye ku ez ji bo wê lêborînê bixwazim. Ez tenê lêborînê ji xwedê dixwazim û agahiya min ji tiştekê nîne û tenê axaftineke ku hate ser zimanê min. Ji xwedê jî dixwazim ku wana jî efû bike ku bi awayeke ne mafdar êrîşê min kirin. Min birin beşeke mizgeftê, kesek girs hate û 5-6 kulm li min da. Di wê demê de Muftîzade hat. Ji wan re gotibû ku min gotiye kebab dixwarin. Wî jî got ku em kebab dixwin ne pirsgirêke, min hembêz kir û maç kir.
Piştî wê nimêja Înê destpê kir. Mixabin Mela Mesûd Qarmizî ji bo ku Lahûtî ji axaftinên wî fêhm bike bi zimanê Farsî û Erebî xutbe da. Got ku komek di nav bajêr de peyda bûye ku komonîst in, çep in, Marksîst-Lenînîst in, zordar in, destdirêjî dayik û xwişkên me dikin û hwd. Piştî nimêja Înê min ji Mela Mesûd re got te bi xwe qet bi çavên xwe dîtiye ku keç û kurên me ji ber ku komonîst in karekî heram kiribin? Tu şerm nakî? Wî jî got biçe û lêborînê ji gel bixwaze. Min jî got, ez lêborînê naxwazim û divê tu ji ber wan axaftinên xwe lêborîn bixwazî. Piştî ku gel belav bû, hin kesan dixwast min bikujin. 4 kes ku di bin sakoyê xwe de çeka klaşînkof veşartibûn li gel min hatin û min birin ber derî û siwarê wesayîtê kirin. Li derve hin kesan digot bila bête derve em ê bikujin. Birayên min ji wê yekê haydar dibe û wisa dizanin ku wê ewê min bibin û bikujin. Lewma yekser agahiya kuştina min gihande guhê dayîka min ya ku nû êşa şîna kurekî din a wê qediya bû.
Bi kurtî Taliqanî axivî û gel wî protesto kir. Benî Sedir ku hê wê demê nebibû Serokkomar ji min xwest ku kart bidimê da pêywendiya me bi hevre hebe. Min wê demê wisa nekir û pêywendî çênekir. Ez vegeriyame bajarê Tevrêzê. Di wê demê de encûmena bajarê Sine hate hilbijartin. Ew şer wisa bi dawî bû. Zêdetirî 2000 kes hatibûn kuştin û bi sedan avahî kavil bibûn. Ew encûmen ji 21 kesan pêkhatibû ku mam û kurê xalekî min jî di nava wan de bû. Êdî ew qas bû ku Havînê şerê 3 mehan destpê kir û hemû partî hatin aliyê Serdeştê.
Payîza heman salê de bajar di bin kontrola pêşmergeyan de bû, hikumeta Bazirgan bi rêya mamosteyên zanîngehê gazî min kir da ku biçim Tehranê. Dema ez çûm, rehmetî Firûher ragihand ku weke encûmena wezîran biryar hatiye dayîn ku te ji bo valîtiya Sine hilbijêrin. Hûn daxwaza xwesertiyê nakin. Tu Kurdî û ji bo valîtiya Sine hatî hilbijartin. Min jî got ez vegerim û ji gel re bêjim ku min weke Kurdekê ji we re çi aniye? Em gihîştin wê encamê ku eger hûn xwesertiyê bipejirînin ezê vegerim Sine û dibêjim ez weke Kurdekê min ji we re ev diyariye aniye. Ji bilî wê eger ew gele daxwaza nan bike, hûn dibêjin bila valî ji qereqolê re bêje ku wana biperçiqînin. Ew yek ne karê min e. Ez mamosteyê zanîngehê me û ew yek ji bo min ji Serokwezîrtiyê jî girîngtir e.
Firûher got, tu bi Dr. Sencawî re nîqaş bike ez ji wan mijaran fêhm nakim. Dr. Sencawî ji eşîreta Sencawî yê Kirmaşanê bû û wê demê Wezîrê Derve bû. Min jî li gel Dr. Sencavî gotûbêj kir. Wî jî got, Xelîqî 5 zaraveyên me hene, xwendin û nivîsîna te bi kîjan zaravayê ye? Min got bi zaravayê (rojnameyên) Kêyhan û Îttîlaat. Got çima? Min got, ji ber ku Farsî 26 zaravayên xwe heye, lê her yek ji wan dikarin rojnameyên Keyhan û Îttîlaatê bixwînin. 5 zaravayên me hene û wê bi derbasbûna demê re bibin yek. Em ê zimanekî hevbeş ji bo xwendin, nivîsandin, rojnamevanî, baziranî û hwd çêbikin. Got, ew biryare ji aliyê encûmena şoreş tê dayîn. Tu çima hinceta digerî, vegere Sine û xizmeta gel bike. Min jî got ez ê wê karê nekim, eger ku tu destkefteke xwe nebe wê demê çi ciyavaziyekî min ji Fars û Tirkekê ve nîne ku hûn bişînin wê derê. Tenê bi Kurdî diaxifim. Ez wê karê nakim. Ez vegeriyam û piştî wê şerê 3 mehan destpê kir. Şandeya nûnerên Kurd hate avakirin û yên rejîmê jî şandeya xwe avakir. Di çend kombûnan de tenê armanca wan qezrckirina demê û amadekariyên êrîşê ya li ser me bû. Ji ber wê jî gotûbêj bi negihîştin encamekê.
Piştî 40 salan di pêvajoya niha de bi hatina ser kar ya Trûmp re bilindbûna asta nerazîbûna gel ango hemû kesimên civakê ya di wan du salên dawî de, niha li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hem ji navxweyî hem jî ji derve de di bin zexteke aborî û siyasî de ye. Hûn rewşa siyasî, aborî û hwd ya Îranê çawa dinirxînin? Bi balkêşandina li ser ezmûnên we yên di şoreşa Îranê de, gelên Îranê û bi taybetî gelê Kurd divê ji bo bi destxisitna destkeftên baştir çi bike?
– Ez ê bi şeklê sê mijaran bersiva wê pirsê bidim;
Yekem: Destpêkê, dema Şahê ji Îranê çû, Emerîka û Ewropa wisa dizanîn ku eger Îrana pêşerojê radestî melayan bikin û hikumeteke mezhebî damezirînin wê demê dikarin zêdetir hikumeta Şah biparêzin. Şah qewitandin û ew yek jî qewimî. Dema Xumeynî li Noflo Şatoyê bû, peyamnêr Remzî Klark ku piştre kirin Wezîrê Darayî ya Emerîkayê 2 pirs ji Xumeynî kiribû. Gotibû, dema tu vegerî Îranê wê çi helwestekî te li beramberî demokrat û çepgiran hebe? Bersiv dabû û gotibû, ez ê hemûyan biperçiqînim û dikujim. Ew der Îran e û cihê çep û demokratan tê de nîne. Pirsiyara din derbarê petrolê de bû, tu yê çi li petrolê bikî? Di bersivê de gotibû, Hûn bi xwe nirxê wê diyar bikin. Bi bersiva her du pirsiyaran Emerîka û Ewropa gihîştibûn wê baweriyê ku wê Îran ya wan bi xwe be. Di demekê de ku wê çep û demokrat nekaribin di desthilat de cih bigirin û wê nirxê petrolê jî ji aliyê wan bi xwe bê diyarkirin, ku rewş wisa be sûdê wê hikûmetê wê ji wan re sed qat ji hikûmeta Şah zêdetir dibe. Bi hatina wî ya li ser hikûmetê re dest bi gefxwarinê li welatên cîran kir. Dest bi şandina şoreşan ji bo wan welatan kir. Ew gef bûne sedem ku ew welatane ku ji Emerîka û Ewropayê çek bikirin. Sed qatê pereyên ku heya duh Riza Şah çek ji wan kirîbû û depoyên xwe tije kiribû çû berîka Emerîka û welatên Ewropî. Di şerê Îran û Iraqê de jî her du dewlet bi awayeke eşkere û veşartî çek ji wan dewletan dikirî. Ji bilî sermayeya mirovî ku nêzî 2 mîlyon kes hatin kuştin, çendîn bajarok û gund kavil bûn û bazareke germ ji bo wan dewletan çêbû.
Tevî wê jî heya dema ku Îran têra xwe dikir û serî nedixiste nav axurê Yekîtiya Soviyet, li gorî Şah sed qat qazanca wê hebû ji bo wan welatan. Hem di derxistina şer, hem di serkeftina hêzên demokratîk û çepgiran de. Di wê demê de ne rojnameyek yê Ewropaya Rojava û ne jî li Ewropaya Rojhilat derbarê wan bûyeran de ti tiştek belav nekirine. Derbarê tu perçiqandinekê, bi taybetî perçiqandina gelê Kurd li tu derê deng veneda, ji ber ku wisa dizanîn ku planên wan baş birêve diçe. Ewan bazara çek û bazirganî dixwastin ku heya niha jî dom dike. Wê demê Îranê pere ji bo bernameya fûzeyî û navikî bikar anî û bi Rûsiyayê re kete nava bazarê. Êdî welatên Rojavayî pê hesiyan ku berjevendiyên wan di metirsiyê de ye û sermayeya wan ber bi welatekî din ve diçe. Di encamê de li hemberî wê rawestan û planek ji bo kontrolkirina wê danîn. Bi vî rengî di serdema serokkomartiya Obama de nekarîn Îranê kontrol bikin. Lê dîtin ku Îran bernameya Etomî pêş xistiye û bi dehan navendên veşartî yên bin erd avakiriye. Emerîka û welatên Rojavayî wê dizanin. Tevî wê yekê jî cîhana Rojava li ser her du cemseran dabeş bûn. Emerîka bû aliyekê û welatên Ewropî jî bûn aliyê din ê cemserê. Emerîka berjevendiyên xwe dît ku di metirsiyê de ye û ji aliyê din ve jî welatên Ewropî karên xwe yên bazirganî didomînin. Pêkanînên Emerîka ji bo xatirê gelê Îranê nîne, belku encama gefên Îranê yên li ser hevpeymanên Emerîkayê ne bi taybetî Îsraîl. Bi hêzûbûna Îranê weke gefekê li dijî hevpeymanên Emerîkayê dizanin. Her wiha Îranê jî çend car ragihand ku wê Îsraîlê bêxe nava behrê û ji holê rake.
Duyem: Niha pêkanîneke giran li ser Îranê hatiye sepandin, lê bi alên welatên din yên weke Iraq petrola xwe difroşe derve. Her çiqasî yek ji sê beşên petrola xwe difroşe derve lê tevî wê jî bazirganiya xwe ya bi rêya petrolê jî didomîne. Rewşa gelê Îranê pir pir xirab e. Nirxê Riyalê ji sedî 70 daketiye. Di wan demên dawî de 4 sifir ji pereyên Îranê hatiye kêmkirin, lê tevî wê jî buhaya berheman li gorî berê çend qat zêdetir bûye. Berê kargehan ji sedî 20 qazanc dikirin lê ji ber girantirbûna çend qatî ya buhaya madeyên xav, niha ji sedî 20 zirarê dikin.
Sêyem: Opozîsyona Îranê li gorî serdema Şah bi hêz nînin. Yên di nava wan de ne bûne du beş. Kesimek girêdayî Besîc, Sipahê Pasdaran, dem û dezgeh û îdareyên dewletî û hwd de ne. Kesimekî din jî tu pêyweendiyeke wan a bi wan re nîne û bê desthilatin. Sêdaredan, tund û tîjiya zêde heye, kuştin heye, gel ji ber tirsa perçiqîn, rijandina xwîn û weguherîna kolanan ya gola xwînê hêza wê ya pêkanîna xwepêşandanê tuneye. Her wiha divê debara jiyaniya xwe pêk bînin. Niha Îran di destê Sipahê Pasdaran de ye. Wisa nîşan didin ku hikumet di destê Xameneyî de ye. Lê ew di pişt perdeyê de ji wî re dibêjin ku çi bike yan çi bêje. Navê Sipahê Pasdaran xistine nava lîsteya Terorê û her çawa be wê encama wê binketin be. Eger dest bi şer bike wê bin bikeve. Eger ku şer neke jî ji ber pêkanînan wê birûxê. Di demekî de ku rêxistinekê bêxin nava lîsteya terorê, hemû beşên pêywendîdar jî weke terorîzm tên pênasekirin. Ji ber wê jî Sipahê Pasdaran alîgirê şerê bi Emerîkayê ye. Ji ber ku wisa xeyal dike ku bi rêya fûzeyan re heya bikarin wana neçar bikin ku daxwazên wan bipejirînin. Lê belê ew şere wê zirarekî mezin bigihîne gel û wê Sipahê Pasdaran di wê şerî de serkeftî nebe. Îran di muzakereyeke pêkan de divê dest ji piştgiriya xwe ya ji komên çekdar ên welatên navçeyê, Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û hwd berde û bi wan jî wê per û balê Îranê bê birîn û Îran dibe welatekî bê desthilat û piştî çend mehan wê nekaribe mûçeyên karmend û leşkerên xwe bide. Her çiqasî ji Trûmp re dibêjin ku em ê bê şert û merc danûstandinê bikin lê ne wisa ye û hemû wan tiştan di nava danûstandinê de jê re tê gotin. Tevî ku Emerîkayê ragihandiye ew dixwaze bê şertê pêşîn danûstandinê bike lê di dema danûstandinê de yek ji wan mijarên gotûbêjê wê bi dawîkirina piştgiriya Îranê ya bi terorîzmê be. Çend roj beriya niha Wezîrê karê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf xistin lîsteya pêkanînan. Kesên dîplomat weke çûka peyambir a welatekê ye, lê dema li ser wê/î pêkanîn û dorpêç tê sepandin êdî pêywendiya wê welatê bi cîhanê re qut dibe. Niha Emerîka tu pêwîstiya wê bi şer û bombebaranê re nîne. Destê xwe xistiye ser qirika rejîma Îranê û li gorî wê yan wê Îran teslîm bibe û xwe radest bike yan jî wê rejîm ji holê rabe.
Lê divê li Îranê guhertin çêbibe, yan divê opozsiyoneke bi hêz hebe ku dema aloziya di navbera Emerîka û Îranê de gur bibe, bikare rewşê kontrol bike. Yan jî opozsiyon da hidurê welêt de xwepêşandanên giştî û milyonî organîze bike ku hikumet nekaribe kontrol bike. Hêviya min ew e ku di wê rewşê de gel bi xwe rabe serpêyan û guhertinê çêbike, ne ku bi rêya şer. Şer ji bilî wêranî û kuştinan tu tiştekî din jê dernakevê. Her wiha jêrxana aborî ya welat têk diçe û di wê demê de vê ji hikumeta pêşerojê re bibe pirsgirêk. Şerê Emerîka ya bi rêya leşkerî çênabe. Belku bi rêya elektronîkî wê çêbibe. Eger bi rêya fûze û moşekan jî welat bibe armanc wê gel û xelk ziyanên mezin bibîne û têk biçin.
Hêvîdarim gel di nav xwe de çarenusa xwe diyar bike. Yan di hikumetê de guhertin bide çêkirin û hikûmetê biguherin. Ji ber ku ev hikûmet heya qirikê di nav kuştin, bê rêzî, gendelî û zextan de ye. Hemû sermayeya gel ji bo hîzbullaha Yemen û Sûrye di şîne. Gel jî di nav hejarî de ye û hemû projeyên civakî jî rawestane. Pêwîstiya wê bi guhertinê heye. Lê dibe ku dunya ji derve muxalefetek yekgirtî çêbike, ji ber wê heya niha tu pêngavek nehatiya avêtin. Ji ber ku niha muxalefet belave ye, her kesek tiştek dibêje û tiştek dixwaze.
Tirsa rejîmê ji gel û muxalefetê ew e ku di her îhtimalek ya ruxana rejîmê de wê Îran parçe bibe. Lê eger hikûmetek demokratî were ava kirin û mafê hemû gelan û baweriyan qebul bikin, wê gel wî karî nekin. wê cuda bibe çi bêje. Eger hemû mafên wan were dayîn û mafê çarenûsa xwe diyar kirine hebe, qet pêwîstî bi parçebûna welat nabe. Gel ji bo azadî û çarenûsa xwe daxwaza parçebûnê dike. Eger ev hebe cudabûn naxwaze.


