Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate eşkerekirin, di êrîşa xwekujî de ku roja Yekşemê li balafirgeha Kabûlê li dijî Dostûm hate kirin, 23 kes mirin, 107 kes jî birîndar bûn. Berdevkê wezaretê Necîb Danîş got, ev bîlanço dikare biguhere.
Çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyariya êrîşê li xwe girt. Hate gotin, yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane, ajokarê buroya Kabûlê ya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) Mûhammed Ahtar ê 31 salî ye. Ahtar ku ji sala 2007’an û vir ve ji AFP’ê re dixebitî, bavê çar zarokan bû.
Dema ku Dostûm piştî salekê ji Tirkiyeyê vegeriya, li balafirgehê girseya gel li hev civiyabû ji bo wî pêşwazî bike. Êrîşkar jî bombeyên li ser xwe pêçayî di nava girseyê de teqand. Ji ber êrîşê tiştek bi Dostûm nehat.
Dostûm di Nîsana 2016’an de hate sûcdarkirin ku dest avêtiye hevrikê xwe. Û ji bo xwe ji dadgeriyê rizgar bike, Gulana 2017’an reviyabû Tirkiyeyê. Dostûm ê ji aliyê rêveberiya Erdogan ve hate parastin, ji aliyê heyeteke fermî ve ku piraniya wan alîgirên wî yên Ozbek bû, weke ‘qehremanekî’ hate pêşwazîkirin.
Dostûm ê 60 salî ku bi eslê xwe Ozbek e, bi dehan salan bi sûcên giran kete rojevê. Yek ji van sûcên pê tê tewambarkirin jî sala 2001’an rû da ku 2 hezar endamên Talîbanê li konteyniran hatin kuştin.