Li gorî daxuyaniya ji aliyê NATO’yê ve hate kirin, hate ragihandin ku di êrîşa bombeya li ser wesayîtekê hatibû bicihkirin a li Kabîlê de, yek jê leşkerên Romanî, yek DYE’yî hatiye kuştin, zêdetir agahî li ser bûyerê parve nekir.
Êrîşa ku Talîbanan li xwe girt, li nêzî Herêma Kesk a ewlekariya bilind li taxa Şaş Darak a bi awayekî pir baş dihate parastin pêk hatiye. Li gorî Wezareta Karê Hundir 10 sivîl mirine, 42 jî birîndar bûne. Dîsa 12 wesayîtên kesên sivîl jî têk çûne.
Berdevkê Talîbanan Zabîhûllah Mucahîd li ser Twîtterê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Konvoya dagirkerên biyanî hatiye hedefkirin. 12 dagirker û 8 endamên servîsa veşartî ya Efganî jî hatine kuştin.”