Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsan ve hate dayîn, bombeyek manyetîk ku li ser wesayîta doxtorên ji bo hikûmetê kar dikir hatibû bicihkirin teqiya.
Di teqînê de 3 jê jin 1 mêr û kesek di rê de diçû mirin. 2 kes jî birîndar bûn. Heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye.
Ji meha Îlonê û vir ve tevî ku li Daho her du alî dest bi muzakereyan jî kir, Talîbaban di hefteyên dawî de hema bêje her roj li dijî hêzên Efganî êrîşan dikin.
Mûzakere hata 5’ê Çileyê hatin sekinandin. Herdu alî divê li ser rojeva muzakereyê li hev bikin. Ji roja muzakere destpê kir û vir ve alî radigihînin ku pêşketin hene.