12 namzetên serokkomariyê tevlî tûra pêşîn a hilbijartinê bûn.

ENCAMÊN HILBIJARTINÊ

Li gorî encamên fermî yên Wezareta Karê Navxweyî Emmanûel Macron ji sedî 27,6 bû yekemîn, Marîne Le Pen ê rastgirê radîkal jî ji sedî 23,41’ê dengan stend.

Jean-Lûc Melenchon ê ku namzetê çepgiriya radîkal bû jî cara pêşîn ji sedî 21,95 deng stend lê ev rêje têr nake ku ew tevlî tûra duyemîn bibe.

TEVLÊBÛNA HILBIJARTINÊ GELEKÎ QELS BÛ

Rêjeya kesên neçûn ser sindoqan jî gelekî zêde bû. Di tûra pêşîn de ji sedî 25,14 ango 11 milyon û 892 hezar neçûn ser sindoqan. Ji sala 2002’an û vir ve tevlêbûna hilbijartinê cara pêşîn evqasî qels bû. 538 hezar û 795 (ji sedî 1,14) kes jî çû ser sindoqan lê dengê xwe nedan tu kesî.

Li gorî daneyên fermî ji sedî 74,86’ê kesên çûne ser hilbijartinê deng dane namzetan. Di sala 2017’an de ev rêje ji sedî 77,8 bû, di sala 2012’an de ev rêje ji sedî 79,8 û di sala 2007’an de jî ji sedî 83,8 bû.

Marîne Le Pen ê ku rastgirekî radîkal e derbasî tûra duyemîn bû. Marîne Le Pen li gorî sala 2017’an dengê xwe ji sedî 4,2 zêde kir.

Namzetê çepgir Jean-Lûc Melenchon jî cara duyemîn nêzî tûra duyemîn bû. Melenchon di sala 2017’an de di tûra pêşîn a hilbijartinê de ji sedî 19,58 deng stendibû. Di vê hilbijartinê de dengê xwe zêde kir lê ji ber ku çepgir parçebûyî bûn, Melenchon derbasî tûra duyemîn nebû. Ligel ku çepgiran dizanibûn wê encam wisa be, li ser namzetekî li hev nekirin.

Li gorî anketan wê di tûra duyemîn de Macron bi ser bikeve lê çepgiran hê jî helwesteke zelal nîşan nedane. Beşeke mezin hê jî naxwazin deng bibin Macron.

Li gorî anketên cihê wê Macron ji sedî 51-57, Le Pen jî ji sedî 46-49’ê dengan bistîne. Li gorî hilbijartina pênc sal berê Macron ji sedî 66,1 û Le Pen jî ji sedî 33,9 stendibû.

Kesên ku deng dane Jean-Lûc Melenchon jî hê baş biryara xwe nedane. Li gorî anekta Ifopê wê ji sedî 33’ê Melenchon dengê xwe bidin Macron û ji sedî 23 jî dengê xwe bidi Le Pen, ji sedî 44 jî diyar dikin ew her du namzetan jî red dikin.