Kosova, ji sala 2008’an dema rizgariya ji Sirbistanê û vir ve cara pêncemîn hilbijartinên giştî pêk anî.
Komîsyona hilbijartinê ragihand, ku li gorî daneyên ji sedî 80 ê dengên hatin jimartin, tevgera Vetervendosje ya Albîn Kurtî ji sedî 48 ê dengan bi dest xist û bi ser ket.
Partiya PDK a fermandarê berê yê serhildêran ji sedî 17, partiya rastgiriya navendî LDK jî ji sedî 13 ê dengan wergirtin.
Li vî welatê ku nifûsa xwe 1.8 milyon e pirsgirêkên aborî û civakî bi şewba Covîd-19 re kûr bû. Li vî welatê ku mûçe derdora 500 Euro ye, bêkariya li nava ciwanan gihîştiye ji sedî 50’î. Jİ ber vê yekê ciwan bi giranî koçî Elmanya yan jî Swîsreyê dikin.
Tevgera Vetevendosje (VV) ku tê wateya “Diyarkirina çarenûsa xwe” weke tevgereke reformîst a çepgir têkoşîna li dijî nelirêtiyê derxistin pêş.
Vetevendosje di du hilbijartinên beriya niha de jî bi ser ketibû, lê belê koalîsyona bi partiyên din re ji hev belav bûbûn.
Hikumeta ALbîn Kurtî ya sala 2020’î beriya bê hilweşandin tenê 50 rojî li ser piyan mabû.