Welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û diyar kirin ku komplo li dijî tevahî gelê Kurd hatiye kirin û bang li ciwan, jin û gelê Kurd kirin ku dijî komployê rabin ser piyan.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo hate destpêkirin. Roja 9’ê Cotmehê 20 sal di ser komployêre derbas dibin. Dewleta Tirk niha li ser Ocalan tecrîdek di asta êşkenceyê de dimeşîne. Zêdetirê 7 salane destûr nade parêzer biçin gel. Malbat jî 2 salin nikarin biçin Îmralî gel Ocalan.

Bi vê boneyê welatî û xwandekarên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji Ajansa RojNews re axivîn û komplo şermezar kirin.

Yek ji welatiyên wargeha Mexmûr Meryem Adanmiş komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û wiha got: “Em Kompiloya 9’ê Cotmehê ya ku ji aliyê dewleta dagirker a Tirk û hevkarên wê ve li ser Rêbertî dide meşandin şermezar dikin. Tecrîda di nav tecrîdê de ku li ser Rêberê me tê meşandin em qebul nakin. Dewleta Tirk û hevkarên xwe jî baş dizanin ku pirojeya aşîtiyê di destê Rêber Apo de ye, em hîvîdarin ku demek ji demekê zutir ev komplo û tecrîd li ser Rêberê me rabe. Pêwîste hemu gel, hemû pêkhateyên ku dibêjin em xwedî wijdanin destê xwe bidin hev û bibin yek. Ji ber ku ji derveyî aştî û wekheviyê wê ti feyde nede kesê. Heta niha kê ji şer feyde girtiye ji derveyî kuştin, talan, komkujî û hwd. Ya herî baş ji bo mirovan aştî û biratiya gelane.”

Adanmiş bang li hemu gelan bitaybet gelê Kurd kir ku li himberî vê komploya navnetewî liber xwe bidin û tişta ku dikeve li ser milê her kesî pêk bîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji bo hemû dewletên ku dibêjin em li mafê mirovan xwedî derdikevin, bila li erk û karê xwe xwedî derbikevin.”

‘Di kesayeta Rêbertî de komplo li ser tevayî gelê Kurd hatiye kirin’

Xwendekarê ji Dibistana Amadeyî Rojhat Gûvercîn jî di derbarê Komploya navnetewî de wiha axivî: “ Ji beriya hertiştî ez kompiloya 9’ê Cotmehê ya ku li ser Rêberê me a ji aliyê deweleta Tirk û hevkarên wê ve hatî pêkanîn şermezar dikim. Bi komploya ku li ser Rêberê me hatî meşandin, destpêkê li Kurdistan û li tevayî bajarên ciran û Ewropayê gel rabûn li ser lingan û ev roj şermezar kirin. Di wê demê de bi deha kesan bedena xwe dan ber agir û ev roj bi agirê bedena xwe şermezar kirin. Heta niha ji ev berxwedaniya gelê Kurd ne sekiniye û na sekine jî, heta Rêberê me ji zindanê der nekeve emê li ser linganbin û li ber xwe bidin.”

Gûvercîn bang li tevayî gelan bitaybet ciwanan kir ku bi ruhê ciwantî tevbigere û vê komployê bi her awayî şermezar bikin.

Ji dibistana Şehîd Koçerîn xwendekara bi navê Rihan Kaya li ser heman mijarê wiha got; “Em weke xwendekarên dibistanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêbertiya me hatî meşandin şermezar dikîn. Ev komplo ne tenê li ser Rêbertî hatiye meşandin, di kesayeta Rêbertî de li ser tevayî gelê Kurd û Kurdistanê hatiye meşandin. Rêber Apo ne tenê Rêberê rêxistinekê ye,netenê Rêberê civakekî wek civaka Kurde. Rêber Apo li nava hemû cîhanê bitaybet rêbertiya jinê daye çêkirin.”

‘Bi xistina jinê re dixwazin civakê ji rastiya wê dûr bixin’

Kaya bal kişand li ser destkeftiyên jinan yên ku ji aliyê desthilatan ve ji dest tên girtin û wiha pêde çû: “Wek tê zanîn dewletên hegemon yên desthilatdar her tim bi qetilkirina jinê û li ser keda jinê xwe daye jiyankirin. Hebûna xwe li ser keda jinê daye berdewamkirin. Lê bi derketina Rêbertî re hem di nava civaka Kurdan de û hem ji di nava tevayî civakên cîhanê yên ku ji vê şoreşê bandor bûyîn de ev hêman ber bi guhertinê ve diçe. Yanî dinava civaka Kurdan de jin hêdî hêdî xwe nasdikin, di nava hemû civakên derdor de ku dema vê dibînin ji vî fikrê Rêbertî ji vê rêxistinê bandor dibin bitaybet bandorê li ser tevayî jinan dike. Dema ku jin ji bo mafê xwe, ji bo jiyana xwe dest bi hewildanan dike desthilatdar ji vê hewildanên wan ditirsin jiber wê naxwazin jin serê xwe rakin.”

Xwendekarê Dibistana Amadeyî yê bi navê Mazlum Yaman ji Komploya 9’ê şermezar kir û got: “Em komploya navnetewî ya ku bi rêya dewleta Tirk re hemû dewletên NATO yê li ser Rêber Apo dayî meşandin, şermezar dikîn. Bi hatina gel hev ya dewletên NATO yê û hemû dewletên din yên ku hevkariya wan dike, dagirkeriya ku anî li ser gelê Kurd. Îro ji bo me weke rojek tariye û di heman demê de rojeke şermezarkirina dewletane. Ji ber vê yekê jî pêwîste her gelek, her ciwanek li himberî vê kompiloyê bisekine. Wek tê zanîn gelê Kurd her tim ber bi qirkirin, komkujî, talan û tinekirinê ve çûye. Ji bo vê jî pêwîste li himberî vê kelemek bê danîn, ji bo ev dagirkerî rabe pêwiste berxwedanî were kirin.”
Yaman bang li ciwanan kir ku li dijî neheqî û desthilatdariya ku heyî serî netewînin û tekoşîn bikin.