Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, kongreya xwe li paytext Stockholmê pêk anî. Di kongreyê de berxwedêrên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê hate silavkirin.

Kongre li Navenda Perwerdeya Kar pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

KNK: GELÊ KURD WÊ BI SAYA BERXWEDANÊ BIBE XWEDÎ STATU

Bi navê KNK’ê Ahmet Karamûş li kongreyê axivî û bi bîr xist, destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine afirandin.

Karamûş anî ziman, berxwedana gelê Kurd a li dijî tecrîdê girseyî û mezin dibe û got, “Bi saya berxwedanê wê gelê Kurd û Kurdistanê bibe xwedî statu.”

PARTIYA KESKAN: DEM HATIYE KU EWROPA LI DIJÎ SÛLTAN DERKEVE

Parlametnerê Ewropayê yê Partiya Keskan Bodil Valero jî zext û zordariya Erdogan û hikumeta AKP’ê rexne kir û Tirkiye weke sûltaniyê pênase kir. Valero got, “Dem hatiye ku Ewropa li dijî vî sûltanî derkeve.”

PARTIYA ÇEP: HETA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ Û AZADIYA KURDISTANÊ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat jî ku ji bo bidawîbûna tecrîdê meha Sibatê 3 rojan di greva birçîbûnê de bû, anî ziman ku ew serbilind e ji ber ku bi Kurdistaniyan re têdikoşe. Riazat got, “Têkoşîna me wê heta bidawîbûna tecrîdê û azadiya Kurdistanê bidome.”

Piştî axaftin û xwendina peyaman, rêveberiya nû hate hilbijartin. Ridvan Altûn û Şukran Yeşîl ji bo hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê hatin hilbijartin.