Hema hema rojeva cîhanê Cemal Kaşikçi ye. Di rewşeke wiha ku nedihate zanîn bê ka Kaşikçi mirî ye, sax e, çawa bû, çi bû, zelal bû ku li Konsolosxaneya Siûd hatiye kuştin.
Dema ku mirov lê dinere bûyereke kuştinê ye ku faîlê wê diyar in. Bi kurtasî di tespîta pêşî de berbiçav e ku Siûdiyan Cemal Kaşikçi kuştiye.
Lê endamên îstîxbaratê dibêjin, ”Dema ku bûyerek pêk hat divê mirov lê nenere bê ka kê pê li tetîkê kirye, divê mirov binere bê ka ji ya bûyî kî sûd werdigire”.
Wêdetirî pirsa Cemal Kaşikçi çi kes e û ne çi kes e , li dijî Siûdî li cem TC’ê ya rastir li cem Erdogan e, ku ew qasî nêzîkî wî ye ji Erdogan re ‘dostê min’ dibêje. Siûdî Wehabî ne û Erdogan jî Sinnî ye, ya rastir ji Îxwanî ye, ango Rabîaparêz e. Wehabî û Îxwanî ji hêla siyasî ve dijberê hev in. Her çendî di destekdayina DAÎŞ’ê de pêşî hevkarê hev bûn jî, di rastiyê de dijberê hev, xwîniyê hev in. Sedem jî ew e ku Erdogan bi çavê ku Siltanê nû yê Osmanî be li xwe dinere. Osmanî tê zanîn împaratorê Rojhilata Navîn û hêza dagirker bû. Siûdî jî ji aliyê xwe ve bi wê îdîayê ne ku rêbertiyê ji cemeata Ereb re dikin. Kurt û kurmancî du hêzên dijberî hev in.
Di vê rewşê de tê fêhmkirin kesekî mîna Kaşikçi yê dijberê Siûd û dostê Erdogan li Konsolosxaneya Siûdî were kuştin! Lê hêlên dî yên meselê hene. Ev demek e ku DYA û Erdogan şûr li hev rakirine. Her wiha Siûd û Erdogan jî wiha. Tirkiye ya bi rêveberiya Erdogan her ku diçe li hembêza Rûsya rûdine. Îran a ku di hedefa DYA’yê de ye jî bi Erdogan re bi têkiliyeke germ e, ji hev re bûne û destûbira. Îran û Siûd, weke ku tê zanîn bi qasî ku nikaribin bibin dostên hev dijminê hev in.
Rêya herî baş a ku mirov Erdogan ji Rûsya û Îranê dûr bixe ew e ku mirov destekê bide Erdogan û xurt bike. Rêya têkiliyên tirş û tehlbûyî ew e ku mirov bike ku Erdogan ê ku hincirî bikaribe hilmê pê bide standin. Tişta ku dibe ew e ku piştî ku şanî Erdogan dan bi çend operasyonên aborî û pêngavan xistin çi halî, bi rêbaza bixe û rake dîsa wî bi DYA’yê ve girêbidin. Rêya vê jî ew e ku li Rojhilata Navîn destê Erdogan dîsa xurt bikin. Rêya vê ya herî baş jî ew e ku çend topiskan li Sidûî bixin, bikin ku wê nêzî Tirkiyê bikin û gava pêşî ji Îranê dûr bixin.
Piştre jî ji bo ku gav bi gav ji Rûsyayê dûr bixin bi îhtîmaleke zêde wê qerta Minbicê şanî Kurdan bikin. DYA ya ku gotî, ”Efrîn me têkildar nake, ew ne qada me ye, qada me Rojhilatê Firatê ye” her çi bûbe dema ku operasyoneke derxistina çeteyan a ji Idlibê kete rojevê, bi carekê re ji bîr kir ku li Rojhilatê Firatê rayeya wê tine û li ser hemû Sûriyê polîtîka kir. Dema ku operasyona Idlibê vê gavê ji hêla Erdogna ve hate rawestandin, ê ku pêşî spasî dayî Erdogan û gotî, çendî siyasetmedarekî mezin e, Trûmpê DYA’yê bû. Ê ku bi Minbicê gef li Kurdan xwarî, dîsa DYA bû. Em dema ku dibêjin DYA hûn Elmanya, Fransa û beriya hemûyan Ingiltere jî lê zêde bikin. Elmanya û Ingilîz ku li Efrînê deng ji xwe dernexistin, dema ku mijar bû Idlib bi carekê re bûne şêr û piling. Bi hev re, bi yek dengî gotin bê ka aramî wê çendî têk biçe, bi Idlibê re wê çendî drama mirovî çêbibe û li cem Erdogan rawestiyan. Xanima bi navê Theresa May bi rengekî vekirî destek da faşîzma Erdogan, Merkel jî li gel prosteya ku ji Elmanan re gotî ‘Hîtler û Nazî’ jî li Berlînê bi asteke bilind pêşwazî li Erdogan kir û nîşan da bê ka çi qasî li cem faşîzmê ne.
Niha jî kuştina Kaşikçi ya li Konsolosxaneya Siûdî jî li gotinan zêde bikin. Bi ser de lê zêde bikin ku Kaşikçi ji bo xebatên burokratîk ku dikarîbû li DYA’yê bike çawa hatiye Stenbolê û Konsolosxaneya Siûdî. Keşe Brûnson jî lê zêde bikin.
Li ber ronkahiya van; divê mirov hem lê binere bê ka kê kuştiye, kuştina Kaşikçi bi kêrî kê hatiye, kujerên esas kî ne.
Dawiyê; bûyer her çawa bûbe, te dive bila yekî Siûdî Kaşikçi kuştibe, te divê weke Siûdiyan gotî ,”di xirecirekê de bi kulmekê’ miribe, an jî hatibe kuştin- divê mirov bi vê de wê de neke- zelal e yê ku ev mirin û kuştin bi hev re hazir kirin rêxistina îstîxbarî ya DYA’yê CIA û rêxistina îstîxbararê ya Erdogan MÎT’ê bi hev re çêkirine.
Ya dî jî teferrûat û manîpulasyon e.