Namzetên pêşhilbijartinê yên Partiya Demokrat diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê bi avakirina dewleteke Filistînê dibe.

SANDERS NETANYAHÛ BI NÎJADPERESTIYÊ SÛCDAR KIR

Ji namzetên partiyê yê ji baskê çep Bernî Sanders li konferanseke saziyeke Yahûdî J-Streetê axivî û xwest, hikumeta Îsraîlê tavilê bi Filistînê re li dora maseyê rûnê û peymaneke ku her kes qebûl bike pêk bîne. Sanders destnÎşan kir ku polîtîkayên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ‘nîjadperest’ in û got, herî zêde Yahûdî bi metirsiya nîjadperestiyê zane.

BÎDEN: ÇARESERIYA HERÎ RAST ÇARESERIYA BI DU DEWLETANE

Ji namzetên herî xurt ên Partiya Demokrat Joe Bîden û Elîzabeth Warren jî peyam weşandin û destnîşan kirin ku wê polîtîkayeke berevajî ya Trump bişopînin. Joe Bîden li konferansa J-Streetê bi rêya dîmen peyama xwe weşand û destnîşan kir ku çareseriyeke bi du dewletan çareseriya yekane ya ji bo Îsraîleke aştiyane û demokratîke.

Namzet Elîzabeth Warren jî diyar kir, dema ku dewleta Filistînê ava bû nûnertiya dîplomatîk a li Quds a Rojhilat bê avakirin wê bibe Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Filistînê.