Girtiyê siyasî Zafer Saglam ê li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ye, bi gumana vîrûsa koronayê 11 roj in di hucreya yek kesî de ye. Bavê wî Emîrhan Saglam got, “Zarokên me di nava lepên şewbê de hiştin.”

Li girtîgehên Tirkiyeyê ku li dijî gefa şewbê tevdîrek nehatiye wergirtin, girtiyên siyasî nava lepên şewbê de hatine hiştin. Eşkere bû ku li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ji bilî tecrîdê tevdîr nehatiye wergirtin. Yek ji du girtiyên ku bi gumana şewbê test li wan hate kirin Zafer Saglam e. Bavê Saglam Emrîhan Saglam diyar kir ku encama testa kurê wî negatîf e, lê 11 roj in di hucreya yek kesî de ye.

Saglam roja 13’ê Nîsanê bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û têkildarî mijarê ji ANF’ê re peyivî. Saglam anî ziman ji dema destpêkirina şewbê û vir ve li girtîgehê tevdîr nehatiye girtin û got, “Bi kurê xwe re hefteya derbasbûyî bi rêya telefonê axivîm, ku hingî hîn nexistibûn hucreya yek kesî. Gotibû ku li girtîgehê paqijî û av nîne. Anîbû ziman ku malzemeyên paqijiyê nedane wan û av jî nîne. Niha tecrîdkirî ye. Hevalekî wê yê li koxûşê ku navê wî Hamza ye, lê paşnavê wî nizanim, testa wî pozîtîf derketiye û ew xistine hucreya yek kesî.”

EM GELEKÎ BI FIKAR IN

Saglam diyar kir ku ew ji ber rewşa kurê xwe û girtiyên siyasî hemûyan bi fikar e û bi bîr xist, ku vîrûs her kesî dide ber xwe û got, “Em li bendê bûn ku qanûna bicihanîna ceza bi rengekî wekhev be, lê belê di nava gefa şewbê de jî ev nekirin. Vîrûsa korona guh nade girtiyên siyasî, kî bikeve ber, çi dewlemend çi xizan bi xwe re dibe. Zarokên me di nava şewbê de hiştin. Ne tenê kurê min, em ji rewşa mirovên li girtîgehan hemûyan bi fikar in. Êdî gotin qediya ye.”

PIRSGIRÊKA AVÊ HEYE

Xwişka Zafer Saglam Bîlge Saglam jî diyar kir ku kekê wê dema hefteya derbasbûyî bi wan re axivî diyar kir ku paqijî û av nîne. Saglam anî ziman ku ji ber qutbûna avê kekê wê gotiye ew nikarin firaxan jî bişon û got, “Niha li hucreya yek kesî ye, em nizanin rewşa wî çi ye. Em gelekî bi fikar in. Li malê dema ku yek ji me dikuxe em dikevin nava tirs û fikaran, gelo rewşa ewqas girtiyên bi hev re dimînin çi ye? Ew nikarin xwe ji hev werbigirin. Hejmara wan ji xwe ji kapasîteyê bihurî ye. Em gelekî bi fikar in.”