Piştî hevdîtinên li Washîngtonê delegasyonên her du welatan diyar kirin ku roja Duşemê li Qerebaxa Jor agirbest qebûl kirine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya DYE berdevkê wezaretê Stephen Bîegûn bi Wezîrê Karê Derve yê her du welatan re rûniştiye û wê agirbesta mirovî di 26’ê Cotmehê saet di 08.00’an de têkeve meriyetê.