Li Qaneqînê di navbera Heşdî Şebî û çeteyên DAÎŞ’ê de şer rû da. Di şer de 4 endamên Heşdî Şebî birîndar bûn.
Duh bi şev li gundê Elî Sedun ê navçeya Gile a ser bi navçeya Xaneqînê di navbera çeteyên DAîŞ û Heşda Şebî de şer rû da.
Di perê piştî ku hêzên Heşdî Şebî li ber çeteyên DAÎŞ’ê danîbû û şûnde rû da, 4 endamên Heşdî Şebî birîndar bûn. Li ser kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal nehatin girtin.