Daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û yên Tirkiyê yên der barê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de li hev nakin.
NAVENA NÛÇEYAN
Di demekê de ku şandeya Tirkiyê ku ji bo nîqaşkirina vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, “herêma ewle” û pêşketinên li herêmê çûye Washingtonê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyaniyek da.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Shun Robertson diyar kir ku tu lihevkirina bi Tirkiyê re li ser “Desteya Ewlehiyê” tune ye.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja pêncşemê gotibû Enqere û Washingtonê li ser avakirina hêzeke hevbeş ku çavdêriya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bike, li hev kiriye.
Çavuşoglu jî ji bo tev li civîna wezîrên karên derve yên dewletên endamên Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibe çûbû Washingtonê. Çavuşoglu di civîna çapemeniyê ya li Washingtonê de axivî. Çavuşoglu îdia kir ku pêşniyar ji her du aliyan dê werin kirin da ku pêngava vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bêyî tu pirsgirêk were kirin.
Pentagon: Dema vekişandina ji Sûriyê hê ne diyar e
Gerînendeyê Buroya Parastinê ya Amerîkayê yê demkî Tom Crosson diyar kir ku heta niha Pentagon dem ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê diyar nekiriye û destnîşan kir ku tedbîrên vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê li gorî plan û hevkariya hevalbendên wan tê kirin.
Her wiha Crosson ji televizyona “El-Hura” ya Amerîkayê re diyar kir ku heta niha tu dem ji bo vekişandina ji Sûriyê nehatiye diyarkirin, girêdayî perspektîfên fermandarên leşkerî ji bo tunekirina çeteyên dawîn ên DAIŞ`ê ye.
‘Divê li dijî QSD û YPG’ê operasyon pêk neyên’
Her wiha ajansa Novosti ya Rûsyayê diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê gotiye piştî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê divê tu operasyonên leşkerî li dijî QSD û YPG`ê ku di bin sîwana QSD`ê de ye, neyên kirin.
(bx/bm)