Gel ev 17 roj in li Stembolê li dijî pergala qeyûm di nobetê de ye, îşaret bi parastina şaredariya gel dikin.
Çalakî li qada Şîşnaxe ya Beyogluyê pêkhat, Hevserokê meclisa ekolojiya DEM Part’ , Îbrahîm Akin axivî û bal kişand ser şewata li Şemrex û Çinarê û got:
Ev qirkirina ekolojik e. Nêzîkatiya li herêmê, xemsariya dewletê ye. Em dagirkeriya fermî ya li ser sewal, erd û ava gelê xwe şermezar dikin.
Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol jî got:
Li Kurdistanê daristan, nebat tên şewitandin. Ekolojî tê ruxandin. Polîtîkayên qeyûman ji êrişên ekolojîk ne cuda ne. Em ê her tim li dijî van polîtîkayên şerê taybet têbikoşin.