Di pirtûkekê de ku ji bo xwendekarên Fakulteya Îlahiyatê tê pêşniyarkirin ku gelekî bixwînin, wiha tê gotin, “Nebaşiya bi her awayî bi Kurdan re ye. Kurd ji bilî koletiyê, ji bilî karên giran û bêqîmet bi kêrî tiştekî din nayê.”

Pirtûka spartekan ku Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Çûkûrovayê bi taybetî dide xwendekarên Kurd ên sinifa dawî, heqaretê li gelê Kurd dike.

Pirtûka ‘Ahlak-î Alaî’ ji aliyê Kinalîzade Alî Çelebî (1517-1571) ve hatiye nivîsandin û Fakulteya Teolojiyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê ji bo xwendekarên sinifa dawî pêşniyar dike ku ‘pir bixwînin û hîn bibin’. Di pirtûkê de tişta ku li ser gelê Kurd hatiye nivîsandin, heqaret û biçûkxistin e.

Rêveberiya fakulteyê vê pirtûkê bi taybetî dide xwendekarên Kurd ji bo bixwînin. Di pirtûkê de wiha tê gotin: “Kurd bi başî û siwariya xwe navdar in, lê nîjadek e ku bi dizî û şêlandinê jî tê naskirin. Xwediyê Sukur’i Rakîk dibêje: Kurd hişk in, bi hêz in, wêrek in; gelekî xizan in, li hemberî pirsgirêkên debarê sebir dikin, ne dilsoz in, bi hêrs û bêwefa ne. Kurd ji bilî karên koleyan, karên giran û nehêja bi kêrî karekî din nayê.”