Kurdên li Ewropayê wê di salvegera 97’an a Peymana Lozanê de ambargoya li ser Kampa Mexmûrê şermezar bikin.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên bi wesîleya salvegera 97’an a Peyman Lozanê di 24-25’ê Tîrmehê de bên lidarxistin bibin. Di çalakiyê de wê ambargoya li ser Kampa Mexmûrê jî bê şermezarkirin.
Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê de wiha hate gotin: “Di 24-25’ê Tîrmehê de di salvegera Peymana Lozanê de ku Kurdistan parçe kirin, em ambargo û dorpêçiya li ser kampa Mexmûrê şermezar dikin.
Di salvegera 97’an a Peymana Lozanê de ku bi destê hêzên navneteweyî Kurdistan bi rengekî fermî kirin çar parçe, Kurdistanî wê tevî dostên xwe li dijî ambargoya li ser kampa Mexmûrê meşên şermezarkirinê li dar bixin.
Wê daxwaza ewlehiya qanûnî ya kampa Mexmûrê bê kirin ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke kampa penaberan a siyasî tê qebûlkirin.
Ji ber vê Peymana Lozanê ya qirker ku şerma mirovahiyê ya sedsala 20’an e gelê Kurd li hemû parçeyan bêstatu hatin hiştin. Desteserkirina xaka gelê Kurd, tunekirina mîrate û nirxên çandî, bi vê peymanê re bi rengekî fermî hate pêkanîn.
Welatên paşverû yên herêmê û dewleta Tirk a qirker ku vê peymanê ji bo xwe weke ewlehiyeke qanûnî dibînin, bi saya vê yekê di sedsala 21’ê de jî komkujî û zilma li Kurdan didomînin.
Ji ber ambargo û dorpêçiya li ser Kampa Mexmûrê, xisara aborî li hezaran kesî bûye. Hêzên PDK’ê nahêle ku mirov ji bo debara xwe bikin biçin deverên cuda. Her wiha ji ber çeteyên DAÎŞ’ê ku hîn jî li herêmê metirsîdar in, gel nikare sewalkariyê bike.
Dorpêçî û ambargoya ku zêdeyî 10 meh in didome ji her alî ve gelê Mexmûrê xistiye rewşeke metirsîdar.
Êrişên hewayî yên dewleta Tirk a qirker ên li ser kampa Mexmûrê dewam dikin. Ji ber van êrişan bi dehan kes birîndar bûn û hinekan jiyana xwe ji dest dan.
Tevî ku kamp ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke kampeke penaberan a siyasî tê qebûlkirin, li pêşberî vê rewşê bêdengî û xemsarî heye. Hem Neteweyên Yekbûyî hem jî hikumeta navendî ya Iraqê heta niha li hemberî ambargoyê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan nedane.
Eger gelê Mexmûrê nebe xwedî ewlehî û statuyekê, hingî metirsiyeke mezin wê li se wan hebe. Ji ber vê yekê divê bi lezgînî kampa Mexmûrê bê ewlekirin û li dijî metirsiyan bê parastin.
Di meşa 2 rojan de ku wê 24’ê Tîrmehê li Cenevreyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî dest pê bike û 25’ê Tîrmehê li pêşiya avahiya ku Peymana Lozanê lê hate îmzekirin bi dawî bibe, em ê ambargoya li ser Mexmûrê û gefên komkujiyê yên dewleta Tirk şermezar bikin. Em ê bang li Neteweyên Yekbûyî bikin ku wezîfeya xwe bi cih bîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo beşdariya li meşê bang li her kesî hate kirin ku saet di 13:00 de roja 24’ê Tîrmehê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li hev kom bibin.