Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji 10’ê cotmeha 2023’yan heta niha didome.
Lê bêdengiya saziyên eleqedar jî dewam dike.
Nobeta ‘ji Ocalan re azadî’ li ber Komîsyona Ewropayê ku di 25 hezîrana 2012’an de dest pê kir, 12 salên xwe tije dike, dikeve sala 13.
Berdevka KCKD-E û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareserî” Zubeyde Zumrut, diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de du bernameyên mezin li pêş wan hene.
Zubeyde anî ziman ku Konseya Ewropayê û CPT pêkanîna dijhiqûqî tecrîdê nabîne û got:
CPT tecrîdê qebûl dike lê dibêje bi sedemên siyasî daxuyaniyê nadin. CPT saziyek serbixwe ye. Lê mixabin di mijara Îmraliyê de tiştekî parve nake. Wek encama berxwedana ku Rêber Apo 25 sale li Îmraliyê dide, îro bi hezaran dost, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û parêzer di pêngava azadiyê de cih digirin.”
Zubeyde Zumrut li ser çalakiya ji Ocalan re azadî ya li ber Konseya Ewropa didome jî wiha got:
“Çalakiya li ber Konseya Ewropayê 12 sal li pey xwe hişt, heta niha tu gelî çalakiyek wiha nekiriye. 12 aslan havîn û zivistanê nobeta azadiyê hat girtin. Gel azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo de dibîne. Naskirina ziman, nasnameya xwe bi têkoşîna 50 salan a serokatiyê dibîne. Ji bo vê jî 12 sale bêyî şûnde gavê bavêjin têdikoşin.”
Zubeydeyê destnîşan kir ku bi wesîleya salvegera 13. a çalakiyê ewê hin bang û peyaman bidin û wiha pê de çû:
Roja 25’ê Hezîranê wê nobet ji dostan û dîplomasî û komîteya têkiliyên derve ve were dewrgirtin.
Tevlibûneke girseyî wê pêk bê û em ê peyamên xwe bidin. Divê CPT demildest biçe grava Îmraliyê û daxuyaniyê bide. Divê Konseya Ewropayê berpirsyariya xwe bîne cih. 25’ê Hezîranê wê çalakiya Strazburgê pêk bê.
Dîsa 1’ê Hezîranê de wê bi pêşengiya yekitiya Hêza Demokratîk a li Ewropayê, li hemû welatên Ewroopyaê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê dakeve kolanan.”