Ji roja Çarşemê û vir ve bi taybet li Belçîka, Luksembûrg, Hollanda û Elmanyayê baran pir bariya.
Gelek gund û bajarên li herêma Valon a Belçîkayê man di bin avê de, bi kêmanî 6 kes mirin.e Li Luksembûrg û Hollandayê jî ziyanên mezin hene.
Herî zêde ji vê yekê rojavayê Elmanya bandor bûye. Serokwezîr Angela Merkel got: “Gelek mirov li herêmên mane di bin avê de neçarin li gorî rewşa heyî tev bigerin, li ber karesatê matmayî mame.”
Navçeya Eûskîrchen a herêma 8’emîn a Bakurê Ren Vastpalyayê bi kêmanî 19 kes mirine. Tê ragihandin ku wê bîlanço mezintir bibe.
6 malên li ber peravê çemê navçeya Schûld a dikeve başûrê bajarê Bonê hilweşiyan. Polîsan ragihand ku navbera 50-60 kes winda ne.
Ji sibeha Pêncşemê û vir ve elektirîk nayê dayîna 135 hezar malî. Artêşa Elmanyayê jî ji bo herêmên herî zêde ji vê bandor bûne, derdorî 300 leşker bixin nava tevgerê.