Ceylan Onkol hîn 12 salî bû di 28’ê îlona 2009’an de li Gundikê Xanbazê yê li Kanîsîpîya Lica Amedê dema pez diçêrand bi topa hawanê ya ji qereqolê hate avêtin hat qetilkirin.
Dayika Ceylanê Saliha Onkol perçeyên bedena keça xwe bi destên xwe kom kir û xist dawa xwe. Ev dîmen 14 sal in di hafizaya gel de cihê xwe zindî ye.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di 2009’an de daxuyanî da û diyar kir ku ling û çîpê Ceylanê saxlem in li erdê kort tune ye û ev teqîn îhtimala mayinê ji holê radike.
ÎHD’ê da zanîn di kuştina Ceylanê de hedef heye.
Her çiqas lêpirsînê dest pê kiribe jî, ji ber biryara nepeniyê agahî ji bo parêzerên malbatê nehat dayin.
Parêzeran di 2010’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) dan.
Di Gulana 2012’an de ji bo kujer bên dîtin parêzeran cara duyemîn serî li AÎHM’ê dan.
Di 30’yê Nîsana 2014’an de Serdozgeriya Komarê ya Licê ji bo dosyaya biryara daîmî da.
Di 2012’an de dîsa serî li AÎHM’ê hatibû dayin û 5 sal şûnde di 17’ê Çileya 2017’an de serlêdan bi encam bû û biryara “di warê lêpirsîna bi bandor û binpêkirina mafan de binpêkirin tune ye” da.
Di biryara şûraya dewletê de bersûc ‘bi qisûr’ hatin dîtin.
Di 8’ê Adara 2021’ê de biryar hat dayin ji bo malatê 283 hezar TL tazmînata aborî û manewî bê dayin.
Di 2010’an de ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Çewlikê ji bo bîranîna Ceylan Onkol pêşbirka wêne, helbest û çîrokan hat lidarxistin.
Her sal ev pêşbirk pêk tê.
Di 2017’an de Koma Meclîsa Şaredariya DBP’ê navê parka li Taxa Bagcilar bê vekirin deynin, “Parka Ceylan Onkol”.
Ev yek hat qebûlkirin.
Di 10’emîn salvegera qetilkirina Ceylanê de rojnameger û wênesaz Zehra Dogan di 2019’an de li kuçeyên Londonê wêneyê Ceylanê xêz kir.
Piştî 14 salan li dû Ceylanê tenê wêneyê 7 saliya wê û ronahiya çavên wê ma..