Kemal Merwan Oso bi nasnav Canşêr Şêrawa yek ji van cangoriyan bû û li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji dayik bû.
Hîna gelekî biçûk bû, li bajarê wî Efrînê êrişên dagirkeriyê dest pê kirin.
Caşêr, hingî şer nas kir û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya Gerîlatiyê li Efrînê dît.
Di êrişeke hewayî ya li ser Efrînê de, bi giranî birîndar bû,.
Piştî ku birînên wî rehet bûn, ji bo hilanîna tola bûyerên li bajarê xwe, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dest bi Gerillatiyê kir û di operasyonên şoreşgerî de cih girt.
Canşêr, di 20’ê Mijdara 2023’an de tevî Fermandar Şehîd Hewrê Çiya, bû Gerîlayê herî bi lez yê li Girê Amediyê û bi ser çeperên dagirkeran de çû.
Di vê çalekiyê de, çeper û bendên dagirkeran hilweşandin û bi dehan dagirker cezakirin,
Gerila Canşêr, di 12’ê Çileya 2024’an de jî, di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk de jî, li refên herî pêş cih girt.
Di 19’ê Adara 2024’an de jî li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan û Andok de cih girt.
Mîna her carê Canşêr dîse di eniya herî pêş de bû û mîna hevalê Serxwebûn bi înîsiyatîfa xwe di kêliya herî giran ya çalakiya Girê Amediyê de çalakiya fedaî pêkanî.
Gerilla Canşêr, hîna di 20 saliya xwe de mohra xwe danî binê gelek serketinan û tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.