Li gorî daneyên hêzên hikûmetê dayî, di şarê dijwar ê li Marîb de ku di nava 48 saetan de rû dayî bi kêmanî 68 Hûsî û 32 endamên alîgirên hêzên hikûmetê hatine kuştin.
Li gorî heman çavkaniyan, ji eşîran sedan kes tevlî hêzên hikûmetê bûne, xwestine pêşiya pêşveçûna Hûsiyan bigirin.
Koalîsyona Ereb a bi pêşengtiya Erebistana Siûdî jî, di şer de ji esmanan ve gelek êrîş pêk anîne.
Herêma Marîb ji ber ku kelha dawî ya di destê hêzên hikûmetê de ye, xwedî girîngî ye. Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî bi mehan e şer didome.
Piştî sala 2014’an paytexta welat Sana kete destê Hûsiyan û vir ve şereke dijwar destpê kir. Li aliyekê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştevanî dike, li aliyê din jî Hûsî hene.
Li gorî rêxistinên mafê mirovan di şer de bi deh hezaran kes mirine. NY, diyar kir ku bi milyonan kes neçarî koçberiyê bûne, nifûsa welat li ber birçîbûnê ye. Hatibû îlankirin ku li cîhanê Yemen welatê herî zêde krîzên mirovî lê tên jiyîne.
Marîb bikeve destê Hûsiyan wê ji bo hêzên hikûmetê derbeke gelek giran be. Li Marîbê ji sedî 10 sotemeniya dîzel û taybet gaza petrolê ya li welat herî zêde tê bikaranîn jî sedî 90 lê tê hilberîn.