Şerê bi fuze û roketan ê navbera Îsraîlê û komên çekdar ên li Gazzeyê, doh bi şev jî dewam kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Gazzeyê ragihand ku ji roja Sêşemê û vir ve zarok jî di nav de 30 kes hatin kuştin û 90 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di nava kesên hatine kuştin de pênc fermandarên leşkerî yên Cîhada Îslamî û şervanên Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê jî hene.

Li aliyê Îsraîlê jî, ji ber roketa li maleke li Rehovot a li başûrê Tel Avîvê ket, kesek mir. Rayedarên Îsraîlî diayr kirin ku ji roja Çarşemê û vir ve jî 5 kes birîndar bûne.

Li gorî artêşa Îsraîlê ji destpêka şer û vir ve 866 roket li hemberî Îsraîlê hatin bikaranîn û 260 jê bi sîstema parastina hewayî hatin bêbandorkirin. Li gorî artêşê ji sedî 25 ê roketan li xaka Gazzeyê ketin, 3 jê zarok 4 kes mirin. Ev agahî ji aliyê çavkaniyên Filîstînî ve hînê nehatiye piştrastkirin.

Şer roja Sêşemê piştî ku Îsraîlê êrîş bir ser Cîhada Îslamî, destpê kir. Tê gotin, artêşa Îsraîlê li 170 hedefên Cîhada Îslamî xistiye.

Yekîtiya Ewropayê bang kir ku tavilê agirbest bê ragihandin. Washîngtonê jî bang li aliyan kir ku nehêlin sivîl bêne kuştin û xwe ji tundiyê vegerin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûeterres diyar kir ku fikar zêde dibin û ew mijarê dişopînin.

Misir jî ji bo agirbestê çalak bû. Berpirsyarên siyasî yên Cîhada Îslamî roja Pêncşemê çûn Qahîreyê. Hêvî tê kirin ku agirbest bê ragihandin. Berpirsyarê Cîhada Îslamî Mûhammed el Hîndî ji AFP’ê re axivî û got, “Em peymaneke bi şeref hêvî dikin ku li gorî berjewendiyên gelê me û berxwedanê ye.”

Şerîda Gazzeyê ku nifûsa xwe 2.3 milyon kes e û bêkarî û xizanî lê heye, piştî ku Hezîrana 2007 kete bin kontrola Hamasê, ji hingî ve ji aliyê Îsraîlê ve hate dorpêçkirin. Ji sala 2008’an û vir ve jî bi Îsraîlê re gelek caran şer qewimî.

Tebaxa 2022’an di navbera Îsraîlê û Cîhada Îslamî de ji bo sê rojan şer qewimî, di encamê de 19 jê zarok 49 Filîstiniyan jiyana xwe ji dest dan.