Çavkaniyên alîgirên hikumeta piştgiriya Sûûdiyê dike diyar kir ku di nava şerê 24 saetan ê li Marîba 120 kîlometreyan dikeve paytext Sanayê de bi dehan kes mirine.
Hûsiyên alîgirên Îranê ev salek e dixwazin bikevin Marîbê. Di rojên dawî de li herêmê şer giran bûye.
Dema ku Hûsî ji bo herêmê tekviyeyê tîne li çeperên cûda êrîş li ser bajarê Marîb a xwedî dewlemendiya petrolê hatin lidarxistin.
Li gorî AFP’ê şer di bin êrîşên hewayî yên Koalîsyona Ereb de dom dike. Çavkaniyên hikumetê îdia dikin ku 16 windahî dane û 21 birîndarên wan çêbûne. Heman demê îdia dikin ku ji eniyên Hûsiyan jî bi dehan kuştî hene. Hûsî piranî di derbarê windahiyên xwe de daxuyaniyan nadin.
Çekdarên Hûsiyan li bajarokê El Abdiya ê ku 50 kîlometre dikeve başûrê Marîbê xetên ku çûyîn û hatin leşkerî lê hebû jî qut kir. Bi vî şêweyî diyar dibe ku amadekariyên êrîşê hatine kirin û hewldanên tundkirina dorpêça li dora bajêr zêde ye.
Ji beriya van şeran rêveberiya Serokê DYE’yê Joe Bîden, piştevaniya xwe ya bi Riyadê re li ser mijara operasyonên li Yemenê birî bû û bi hinceta piştevaniya mirovî pêk were Hûsî ji lîsteya rêxistinên terorîst derxistibû. Lê belê di daxuyaniya roja Înê ya rêveberiya DYE’yê de hate diyarkirin ku wê ji bo Hûsiyan ji lîsteya terorê derbixin wê roja Sêşemê bixin pratîkê.