Fermana operasyona li ser Ûkraynayê di 24’ê Sibatê de hate dayîn. Artêşa Rûsyayê diyar kir ku 11 qadên hewayî jî di nav de 74 tesîsên leşkerî û 18 pergala radara hewayî îmha kirine.

Serokkomarê Ûkraynaye Volodîmîr Zelenskî jî diyar kir herî kêm 137 kes mirine, 316 kes birîndar bûne û ji artêşa xwe xwest bila derbên giran li hêzên Rûsyayê bixin.

DYE, NATO, Yekîtiya Ewropayê, G7, Elmanya, Fransa, Kraliyeta Yekgirtî û Japonyaye vê operasyona leşkerî şermezar kirin. Çînê jî diyar kir ‘ew heq didin fikarên Rûsyayê’.

Serokkomarê Ûkraynayê diyar kir ku îşev Rûsyayê li Kîelê li qadên sivîlan daye û got “Ev jî êrişa Naziyan a di sala 1947’an de tîne bîra me.”

Çavkaniyên leşkerî yên welatên rojava diyar dikin artêşa Rûsyayê nêî Kîevê bûye û armanca wê ev e ku hikumeteke alîgirê Moskovayê ava bike.

Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî Anton Geraçenko got “Bi fuzeyên balîstîk êrişî Kîevê tê kirin. Dengê du teqînên mezin hat.”

Li gorî Ajansa AP’ê jî şefê Pentagonê Lloyd Aûstîn diyar kiriye yekîneyên Rûsyayê 32 kîlometreyan dûrî Kîevê ne.