Bajarê Marîûpolê ya ku bajarekî stratejîk ê ber Behra Azovê ye tê bomberdûmankirin.

Tê diyarkirin di 16’ê Adarê de balefirên Rûsyayê şanoya Marîûpolê bomberdûman kirine û bi sedan kes mirine. Şaredar xwe spart şahidan û diyar kir nêzî 300 kesan mirine. A niha ne mumkun e ku ev agahî werin piştrastkirin.

Şaredar Vadîm Boyşenko li ser telegramê daxuyanî da û diyar kir bi darê zorê 15 hezar kes hatine koçberkirin û pasaportên Ukraynayê yên van kesan jî hatine desteserkirin.

BÎDEN DIÇE POLONYAYÊ

Tê payîn ku Serokê DYE Joe Bîden biçe Polonyayê. Bîden wê biçe bajarê Rzessow ê ku 80 kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye. Bîden wê piştre dîsa biçe Varşovayê.

Bîden roja Pêncşemê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku heke Rûsya çekên kîmyewî bi kar bîne, wê NATO bersivê bide.

RÛSYA: REZERVA PETROLÊ YA HERÎ MEZIN A UKRAYNAYÊ HATE ÎMHAKIRIN

Artêşa Rûsyayê ragihand ku wan bi fuzeyan rezerva petrolê ya herî mezin a artêşa Ukraynayê îmha kirine. Moskovayê diyar kir ji 24’ê Adarê û vir ve sê pergala parastinê ya hewayî û çar dron jî tê de gelek ekîpmanên artêşa Rûsyayê îmha kirine.

MEDVEDEV: HETA KU JI NAZIYAN WERE PAQIJKIRIN

Alîkarê Serokê Konseya Ewlakariyê ya Rûsyayê Dmîtrî Medvedev ji ajansa Novostî re axivî û got “Heta ku Ukrayna dev ji çekên xwe berde û ji Naziyan were paqijkirin wê operasyon bidome.” Vladîmîr Pûtîn jî gelek caran qala paqijkirina ji Naziyan kiribû.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir welatên rojava li hemberî Rûsyayê ‘şerekî berfireh ê hîbrîtê’ dimeşîne.  Ev gotin ji aliyê Elmanyaya Hîtler dihat bikaranîn. Lavrov got “Hedefa xwe venaşêrin. Armanca wan tunekirin, şikandin û xeniqadnina ekonomî û Rûsyayê ye.”

DYE Û YE JI BO ENERJIYÊ PEYMANEK ÎMZE KIRIN

DYE û Yekîtiya Ewropayê ji bo ku Ewropa ne mecbûrî enerjiya fosîl a Rûsyayê bin, biryar da ew komeke xebatê ava bikin. Li gorî vê wê DYE 15 milyar metrekop gaza herikokî bide Ewropayê.

Elmanyayê jî diyar kir heta payîzê ew ê ji komira Rûsyayê û heta dawiya salê jî ji xwe ji petrola Rûsyayê rizgar bikin. Tê diyarkirin pêvajoya gazê wê hêdî bidome. Beriya krîzê Elmanya di warê gazê de ji sedî 55 girêdayî Rûsyayê bû.