Şewata li rojavayê paytexta Atînayê destpê kirî bê navber dewam dike. Xebatên bi sedan tîmên agirkujî û rizgarkirinê yên vemirandina şewat û rizgarkirinê bê navber dewam dike. Şewata ku tîmên agirkujî û rizgarkirinê ku dixwazin xwe bigihînin hewara gel didome. Heta niha 74 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li herêma Matî ya 40 km dikeve rojavayê Atînayê cenazeyê 26 kesan hatin dîtin, endamê rizgarkirin Vassîlîs Andrîopoûlos diyar kir ku li bajar bi sedan lawirên telefbûyî û wesayîtnê şewitî hene.
Alîkarê serokê servîsa lezgîn Mîltîaîs Mylones jî got: “Pirsgirêk ew e ku yên di bin xweliyê de dimînine’.
Hikûmetê jî destnîşan kir ku 308 endazyar erkdarkirine ku ji bo tesbîtkirina ziyanan. Rêveberek jî diyar kir ku ji 187 kesên ku rakirine nexweşxaneyê 82 kes hê jî tên dermankirin. Ji van 10 mezin û 11 jî zarok pirsgirêka wan a nefesê hene.
Kesên ji şewatê hatine rizgarkirin jî gelek tiştên zemet jiyîne. Hate diyarkirin ku beşek mezin ên mirovan li peravên deryayê yan jî di nava deryayê de li benda tîmên rizgarkirinê ne. Ji aliyê rêveberan ve hate diyarkirin ku li vir 6 kes xeniqîne.
715 kes jî bi keştiyê taybet ên leşkerî sewqî Rafîna ya ku perava herî nêzîk e.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîprasê jî got: “Îro li Yewnanîstanê şîn e”. Tsîpars, destnîşan kir ku wê 3 rojan şîna netewî îlan bikin.